Çîroka Faraşîn Bêrîtan Pirsûs
- 09:04 14 Cotmeh 2026
- Portre
Evîn Çîftçi
RIHA - Faraşîn Bêrîtan Pirsûs ku 19 saliya xwe de li dijî zilma li ser Kurdan berê xwe da çiyan. Dayika wê Rahîme Demîr da zanîn ku ew bi mîrateya ku keça wê hiştiye serbilinde û got: “Di riyek paqij û bi rûmet de şehîd ket.”
Faraşîn Bêrîtan Pirsûs (Berîvan Demîr) li navçeya Pirsûs a Rihayê hat dinê. Faraşîn Berîtan Pirsûs ku di temenê biçûk de înkara dewleta Tirk nas kir di salên dibistanê de mînakên vê yên şênber dît. Piştî dibistan qedand di 19 saliya xwe de li dijî zilmê di 30’ê Hezîrana 2016’an de berê xwe da çiyan. Faraşîn Berîtan Pirsûs ku li gelek qadan xebat meşand di 29’ê Nîsana 2019’an de li herêma Garê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da.
Dayika wê Rahîme Demîr der barê keça xwe de axivî.
‘Qirkirin û îşkenceyên li ser Kurdan dixwend’
Rahîme Demîr behsa zarokatiya keça xwe kir û wiha anî ziman: “6 zarokên min bûn. Ya herî biçûk Berîvan bû. 2 xwişk û 3 birayên wê hene. Bêrîvan wêrek bû, bi wijdan bû, welatparêz bû. Ji mirovan hez dikir. Qirkirin û îşkenceyên li ser Kurdan dixwend. Keça min li dijî feodaliyê bû. Rojekê bavê wê ji derve hat got were lingê min bişo. Bêrîvanî got ‘tu axayê gundî wisa dibêjî’. Dema pismamê wê dihatin şerm nedikir diçû cem wan rudinişt diaxivî. Digot ‘ew zarokên xal, apê min in. Ez çima neaxivim.’”
‘Xwe birçî dihişt’
Rahîme Demîr diyar kir ku keça wê piştî ku biryar daye biçe xwe birçî hiştiye û got: “We demê dergistî bû. Min amadekariya cehêza wê dikir. Digot ev çiye. Tiştek nedixwest. Piştre min fêm kir ku ji bo xwe fêrî wan şertan bike xwarin nedixwar. Şevekê piştî her kes razabû Berîtan çû. Min got bila riya keça min vekirî be. Ez bi keça xwe serbilindim. Di rêyek paqij û bi rûme de çû. Ji roja çû me agahî jê negirt. Me digot dijî. Rojekê me di televîzyonê de dît.”
‘Daxwaza min ya herî mezin dîtina serokatiyê ye’
Faraşîn Berîtan Pirsûs di roportajeke xwe de diyar kirin ku ji pêvajoyên rêveberiya xweser û komkujiyên li ser gelê Kurd bi bandor bûye û Tevgera Azadiya Kurd bûye û wiha digot: “Ez 30’ê Hezîrana 2016’an de tevli partiyê bûm. Komkujiyên di pêvajoya rêveberiyên xweser yên li ser gelê Kurd bandorek mezin li ser min kir û ez tevli bûm. Di perwerdehiya ewil de min kelecanek mezin jiya. Çalakiyên Şehîd Dîrok û Şehîd Dogan bandorek mezin li ser min kir. Daxwaza min ya herî mezin dîtina serokatiyê û tevlibûna Hêzên Taybet e.”
Faraşîn Berîtan Pirsûs ku gotina "hevaltiyê" bi xwe re wek jiyanek bêdawî watedar kir, diyar kir ku hevaltî çavkaniyeke jiyanê ya bêdawiye.
‘Ji bo jiyanê divê mirin li ber çavan bê girtin’
Faraşîn Berîtan Pirsûs ku diyar kir ku ji bo jiyanê divê mirin li ber çavan bê girtin wiha got: “Dijmin li Kurdistanê şerê taybet dimeşîne. Divê gelê me li dijî van polîtîkayan têbikoşe. Ji bo jiyanê divê mirin li ber çavan bê girtin. Wek Kemal Pîr gotiye ‘Em bi qasî bimrin ji jiyanê hez dikin.’ Hevalên me çawa li dijî dijmin têkoşîn dan şer kirin, jiyanek mezin ji me re ava kirin.”







