'Divê gel were ber Wezareta Dadê'
- 09:32 26 Mijdar 2026
- Rojane
ENQERE - Xizmên girtiyên nexweş ên ji Amedê yên tevlî çalakiya nobedê ya li ber Wezareta Dadê bûn, wiha gotin, "Wezareta Edaletê li pey çi ye? Ew behsa pêvajoyek aştiyê dikin, lê divê pêşî girtiyên me yên nexweş serbest berdin. Divê hemû gelê me biçe Wezareta Dadê. Divê em vê neheqiyê biqedînin."
Binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî girtiyên siyasî li girtîgehan berdewam dikin. Mafê dermankirinê yê girtiyên nexweş ji ber raporên "alîgir" ên Saziya Tiba Edlî (ATK) tê astengkirin, ku mafê wan ê jiyanê binpê dike. MED-TUHAD-FED'ê diyar kir ku di nav du salan de 15 girtiyên nexweş ji ber binpêkirina mafê wan ê dermankirinê li girtîgehê jiyana xwe ji dest dane. Ji bo ku girtiyên nexweş bigihîjin dermankirinê û werin berdan, li ber Wezareta Dadê bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Piştgiriya Hiqûqî ya Malbatên Girtî û Mehkûman (TUHAD-FED) çalakiya nobedê ya bênavber hatiye destpêkirin.
Xizmên girtiyên nexweş, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek kesên din ên ku 10 roj in li ber wezaretê kom bûne da ku çalakiyên xwe bidomînin, tekez dikin ku ew ê çalakiyên xwe bidomînin heta ku girtî serbest werin berdan. Xizmên girtiyên nexweş ên ji Stenbolê hatibûn ji bo nobedariyê, nobet dewrî xizmên girtiyên nexweş ên ji Amedê hatin, kirin.
Xizmên girtiyên nexweş ên ji bajarê Amedê hatine, tevlî çalakiya nobetê bûn û bang kirin da ku girtiyên nexweş û hemû girtî bên berdan.
'Divê wezaret berpirsiyariya xwe bicîh bîne'
Sulfiye Saruhan, dayika Mahsun Sarihan ê girtiyê nexweş ku di dema berxwedana Sûrê de hate girtin û li Girtîgeha Tekîrdagê tê girtin, got, "Kurê min ji madê xwe ne rehet e her wiha bi nexweşiya sedefê ye. Ew girtiyên nexweş bernadin. Girtiyên di girtîgehê de ne di rewşek wisa de ne ku bi tenê werin hiştin. Me nobedarî ji hevalên xwe yên li Stenbolê girt. Em ji bo edalet û mafan li vir in. Divê ew girtiyên nexweş, yên ku berdana wan tê astengkirin, berdin. Pêvajoyekê dest pê kiriye. Dibêjin aştî, lê aştî li ku ye, wan çi gav avêtine? Divê Wezareta Dadê berpirsiyariya xwe bicîh bîne."
'Em bang li hemû dayikan dikin ku piştgiriyê bidin me'
Sulfiye Saruhan bang piştevaniyê kir û wiha got, "Em bang li hemû dayikan dikin ku piştgiriyê bidin me. Em bang li dayikên Tirk jî dikin. Her kesê ku edaletê dixwaze divê piştgiriyê bide çalakiyê. Li Tirkiyeyê edalet tune. Divê têkoşînek ji bo maf û hiqûqê were dayîn. Tenê bi vî rengî edalet dikare were bidestxistin."
'Divê girtiyên nexweş tavilê werin berdan'
Emîne Al, dayika Mizgîn Al, girtiya nexweş a li Girtîgeha Bunyana Kayseriyê, got ku wan nobed ji malbatên girtiyên ku ji Stenbolê hatine girtiye û got, "Em dixwazin girtiyên me werin berdan, em dixwazin bi hev re ji vir derkevin. Em li ber Wezareta Dadê ya li Enqerê ne. Em ji bo girtiyên ku mafê wan ê dermankirinê li girtîgehê tê binpêkirin li vir in. Divê girtiyên nexweş tavilê werin berdan."
‘Divê hemû gelê me biçe Wezareta Dadê’
Emîne Al, diyar kir ku heta saetek jî ji bo girtiyên nexweş krîtîk e û wiha domand: "Divê hemû girtiyan, bi taybetî yên nexweş, berdin. Keça min jî nexweş e. Em ji bo hemû girtiyên nexweş azadiyê dixwazin. Divê deriyên girtîgehê vekin û girtiyên siyasî berdin. Ger keça min berdin lê hevalên wê bernedin, edalet bi tevahî pêk nayê. Divê hemûyan berdin. Wezareta Dadê li dû çi ye? Ew behsa pêvajoyek aştiyê dikin, lê pêşî divê girtiyên me yên nexweş berdin. Bila ew li kêleka malbatên xwe derman bibin. Divê hemû gelê me biçe Wezareta Dadê. Divê ew vê neheqiyê biqedînin."









