Evîn Zapsu hat tahliyekirin
- 19:51 25 Mijdar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo girtiya bi nexweşiya giran, Evin Zapsu, biryara tahliyeyê hat dayîn.
Evin Zapsu ya ku di 10’ê Mijdara 2017’an li Mersînê hatibû girtin û li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bunyana Kayseriyê dihat ragirtin, hat tahliyekirin. Evîn Zapsu bi nexweşiya penceşêrê re têdikoşe.
Parêzerê Evîn Zapsu, ji ber ku pirsgirêkên wê yên tenduristiyê yên giran jiyana wê ya bi tena serê xwe ne mumkin dikirin, du daxwazên cüda di 20’ê mijdarê de ji bo paşxistina cîbicîkirina cezayê wê pêşkêş kiribûn.
Di vê navberê de, çalakiyeke nobetê ya ku ji aliyê TUHAD-FED’ê ve li pêşiya Wezareta Dadê dihat lidarxistin û daxwaza berdana girtiyên nexweş ku di nav wan de de Evin Zapsu jî hebû, gihîşt roja xwe ya nehemîn. Malbatên girtiyan xwestin ku mafên tenduristî û jiyanê yên girtiyên nexweş bên misogerkirin.









