Li Amedê 7 hezar û 145 serlêdanên tundî û binpêkirina mafan

  • 14:10 25 Mijdar 2026
  • Rojane
AMED - Tora Têkoşîna Li Dijî Tundiyê ya Amedê rapora tundiya li ser jinan a sala 2026'an eşkere kir û diyar kir ku di nava salekê de 7 hezar û 145 serlêdanên tundî û binpêkirina mafan hatine tomarkirin.
 
Tora Têkoşîna Li Dijî Tundiyê ya Amedê li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Amedê ya li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê, daneyên tundiyê yên sala 2026'an bi raya giştî re parve kir. Rapor ji aliyê endama Torê Parêzer Zîlan Esen ve hate xwendin.
 
Parêzer Zîlan Esen diyar kir ku li gorî daneyên hevpar ên pêkhateyên torê, di navbera 23yê Mijdara 2025an û 23'yê Mijdara 2026'an de li Amedê bi giştî 7 hezar û 145 serlêdanên tundî û binpêkirinên mafan hatine tomarkirin û li gorî sala borî hejmara serlêdanan ji sedî 36 zêde bûye.
 
Binpêkirinên mafê jiyanê
 
Zîlan Esen bal kişand ser zêdebûna cureyên tundiyê û ev dane parve kirin: “Tundiya derûnî ji sedî 34,4, tundiya aborî ji sedî 58,7, tundiya fizîkî ji sedî 43,7, tundiya zayendî ji sedî 27,2, tundiya dîjîtal ji sedî 22,5 û mobbîng jî ji sedî 11 zêde bûye. Di binpêkirinên mafê jiyanê de jî bûyerên kuştina bi qestî ji 4an derketine 17an û bi rêjeya ji sedî 325 zêde bûne. Hewldana kuştina bi qestî ji 14an derketiye 18an, bûyerên îşkence û muameleya xerab ji 9an derketine 80yî, zextên hêzên ewlehiyê ji 3yan derketine 22yan, binpêkirinên mafê tenduristiyê ji 10an derketine 23yan û muameleya xerab a li girtîgehan jî ji 4an derketiye 14an.”
 
Polîtîkayên bêcezahiştinê
 
Zîlan Esen destnîşan kir ku ev zêdebûn encama pergala mêtinger, krîza aborî û polîtîkayên bêcezahiştinê ye û wiha got: “Vekişîna ji Peymana Stenbolê û pêkneanîna Qanûna Hejmar 6284an wêrekî dide kujeran. Di qonaxa lêpirsîn û darizandinê de girtina dosyayan wekî ‘xwekuştin’ an ‘ketina ji bilindahiyê’, daxistinên ‘tehrîka neheq’ û ‘rewşa baş’ û kêmasîyên di komkirina delîlan de gihîştina edaletê asteng dikin. Her wiha polîtîkayên şerê taybet li bajarên Kurdan bi taybetî jinên ciwan dikin hedef û xizmeta bi Kurdî ya di saziyên cemaweriyê de tune ye.”
 
Zîlan Esen diyar kir ku di serdanên girtîgehan de jî hatiye tespîtkirin ku girtiyên jin rastî lêgerîna tazî, kelepçeya ducarî, sansura nameyên Kurdî û biryarên kêfî yên desteya îdare û çavdêriyê tên û mafê wan ê azadiya şertî tê astengkirin.
 
Daxwazên Torê
 
Zîlan Esen di dawiya daxuyaniyê de daxwazên lezgîn ên Tora Têkoşîna Li Dijî Tundiyê ya Amedê wiha rêz kirin:
 
* Divê Peymana Stenbolê dîsa bikeve meriyetê û Qanûna Hejmar 6284an bêkêmasî were pêkanîn.
 
* Divê daxistinên ‘tehrîka neheq’ û ‘rewşa baş’ werin rakirin û mirinên biguman ên jinan bi bandor werin lêpirsîn.
 
* Divê di yekîneyên piştgiriyê û stargehan de bi Kurdî xizmet were dayîn û li navçeyên derve buroyên alîkariya hiqûqî werin vekirin.
 
* Divê dawî li sepandinên qeyûman were anîn û navendên şêwirmendiya jinan û kreşên bêpere werin vekirin.
 
* Divê li nexweşxaneyên dewletê astengiyên li pêşiya kurtajê û şertê destûra hevjîn werin rakirin.
 
* Divê demildest dawî li lêgerîna tazî, kelepçeya ducarî, sansura nameyên Kurdî û şewitandina înfazan were anîn.