Li Êlihê peyama 'Li dijî şîddetê niha dema jinê ye'
- 13:48 25 Mijdar 2026
- Rojane
ÊLIH - Jinên ku li Êlihê bi boneya 25’ê Mijdarê meş li dar xistin, peyama "Li dijî şîdetê niha dema jinê ye" hat dayîn.
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşmeya “Bi hêza cewherî û îradeya azad niha dema jinê ye” ji bo 25’ê Mijdarê li Êlihê ji pêşiya Nexweşxaneya Farabî heta Qada Pêşangehê ya Yilmaz Guney meşek li dar xist. Piştî meşê metna daxuyaniyê ji hêla aktîvîsta TJA'yê Elîf Kivircik ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Di çarçoveya roja navneteweyî ya têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan a 25'ê Mijdarê de em hemû jinên ku di têkoşîna azadiyê de hatine kuştin an jî bi rêya tundiya mêr û dewletê ji nava me hatine standin di şexse xwişkên Mirabel de bi evîn rêz û minnetdarî bi bîr tînin.
Îroj em li vir wekî jinan kom bûne jinên ku tevî ku bûne hedefa kuştinê di malên xwe de hatine girtin, hatine nêdîtin û wekî kelûpelan hatine dîtin lê dîsa jî tu carî dest ji biryardariya xwe ya ji bo bedewtir kirina jiyanê û parastina aştiyê û dadmendiyê bernedane. Di vê 25'ê Mijdarê de bi hêrsa ji her demê zêdetir, bi biryardariyek herî xurt û bi berxwedaniyek bi heybet pêşwazî dikin. Çimkî em dizanin: bi hêza cewherî û vîna Azad niha dema jinê ye.
Li dinyayê her roj bi sedan jin tên qetil kirin, Bi mîlyonan jin marûzê tundîya derûnî û fîzîkî dibin. Ev rewş ne encama bûyerên ji hev qutbûyî ye belkî encama zîhniyeteke serdestiya mêr a ku bûye sazî û polîtîkayên bêcezahiştinê ye ku vê zîhniyetê diparêzin. Ev pergal ya ku jinan ji jiyana wan bêpar dike hêza xwe di serî de ji biryarên dadgehê digire biryarên ku sûcdaran ji sûc paqij dikin û di heman demê de sûc barê jinan dikin.
Ne hewce ye em herin dûr; mînakên vê tabloya bi sotîner em li bajarê xwe Êlihê de dijîn.
Rojên borî de çawişê pispor yê berê Musa Orhan yê ku li Beşîriyê ji ber êrîşa cinsî ya li ser Îpek Er a 18 salî cezayê 10 salan girtîgehê lê hatibû birîn di wê dozê de ku bi tohmeta "teşwîqkirina xwekuştinê" dihat darizandin beraet kir. Ev biryara ku faîlê bûye sedema mirina jineke ciwan xelat dike careke din eşkere kir ku daraza di bin serdestiya mêran de alîgirê kê ye. Heta ku ji bo Îpek Er edalet pêk neyê tu jin li vê axê nikare xwe di ewlehiyê de hîs bike.
Dîsa li vî bajarî rojwelat kızmaz a piştî 9ê sibata 2024an winda bû û piştî 3 rojan bedena wê ya bê can di nav benda ilisu de dîtin vê mirina bi guman jî nehat Zelal kirin. Wekî mijara Gulîstan Doku û Rojîn kabaîş. Dixwazin ser mirina jinan ên bi guman bigrin dosyayê di deman de dirêj bikin û bidin ji bîr kirin. Em ji vir car din dipirsin: çi bû ji Rojwelat? Em ê bêdeng nemînin heta ku rastiya li pişt mirina her jineka ku niha wekî gumanbar tê binavkirin derkeve holê!
Ev bê cezabûyîn ev bê wijdanî tenê li sikaka nîne,Ev yek heta di nava dîwarên saziyên ku bê çavdêrî mane de jî berdewam dike.Îşkence, muameleya xirab, destdirêjî û binpêkirinên cidî yên mafên mirovan ên li dijî kesên astengdar li Navenda Lênêrînê ya Taybet a Şîfa ya li Batmanê hîn jî bi temamî nehatine zelalkirin.Hewldana veşartina wê hovîtiya ku li hember welatiyên astengdar yên ku nikarin xwe biparêzin hatiye kirin û parastina sûcdaran, nîşaneya herî zelal a rewşa rizî ya vê pergalê ye. Ne ferdên astengdar ne jî jinan em radestî vê tarîtiyê nakin; heya ku berpirsyarê vê wahşetê li pêş darazî yê hesap nede em dev jê bernadin.
Şîdeta ku em dijîn bi êrîşan sînordar nîne.Em her roj rû bi rû yê kûrbûna xizaniyê, nedîtîbûyîna keda xwe û bêçaretiya jinên ku hewcedarê nanê xwe yê rojane mane dibin.Civaka me rastî siyasetên wiha tê ku ciwan û zarokên me ji çand, zimanê dayîkê û ji dîroka wan qut dikin û di heman demê de wan ber bi madeyên hişbir û bêrêtiyê ve dikişînin. Bi talan kirina xwezayê bi qedexe kirina zimanê dayîkê di şexse jinê de dixwazin gelekî mezin bê nefes bihêlin. Lê em bê çareserî nîn in,qet bê çare nîn in.
Di vê erdnîgariya kevnar de em ew jin in ku me karîbû ji êşên hevpar ji nû ve ji dayik bibin bi hev re biafirînin û bi hev re li ber xwe bidin. Jiyanek bê şidet,aştiya civakî a rast bi ava kirina civaka demokratîk û bi bingeha wekhevîyê re gengaz e em bi ve Baweriyê de ne.Têkoşîna me ya birêxistinkirî, xwe parastina me ya herî mezin e.Em ê qet dev ji warbûyîna ji bo hevdu û ji mezun kirina hevgirtina jinan bernedin.
Di vê 25'ê Mijdarê de; ji bo îpek er, ji bo Rojwelat Kizmaz û Ji bo canên me yên ku di navendên lênêrînê de îşkence li wan hat kirin, jinên hatine qetil kirin û bêdeng hiştine em ji bo wan li qadan in. Ez bang li hemû jinan dikim ku em mal bi mal,sikak bi sikak li her kolanê dengê xwe bilind bikin û bi hev re jiyaneke azad, wekhev û dûrî tundiyê ava bikin.
Li hemberî şîddetê niha dema jinê ye! Jin Jiyan Azadî"
Daxuyanî piştî berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.









