DAKB'ê derbarê 25'ê Mijdarê de daxuyanî da
- 15:26 24 Mijdar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk (DAKB) bal kişand ser kuştina jinê, tundiya serweriya mêr û bandora şer a li ser jinan û ji bo têkoşîna hevpar bang kir.
Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk (DAKB) bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkşoînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê daxuyaniyek da û diyar kir ku ji bo mafê jiyanê, îrade û azadiyê divê jin têkoşîna xwe xurt bike.
Di daxuyaniyê de hate gotin, tundiya li hemberî jinê şexsî nîne, lê pirsgirêkeke bi rêk û pêk û polîtîk a ji ber zîhniyeta serweriya mêr e û hate ragihandin ku li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî her 10 deqeyan jinek tê kuştin.
Bi dewamî hate bibîrxistin ku li Tirkiyeyê jî di 10 mehên sala 026'an de 245 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li Elmanyayê zêdeyî 13 hezar jin li stargehan e, li Sûriyeyê jinên Kurd, Elewî, Durzî û Suryanî di nava mercên şer û cihêkariyê de ji bo jiyanê têdikoşin.
DAKB'ê diyar kir ku wekhevî divê tenê di gotinê de nemîne, ji mekanîzmayên biryardanê yên civakî heta bi saziyên baweriyê divê li her qada jiyanê bê bicihanîn.
Hate destnîşankirin ku biryara li ser beden û jiyana xwe mafê jinan e û ji bo xurtkirina torên piştevanî, perwerdeya wekhev û serxwebûna aboriyê bang hate kirin.
DABK'ê got, ew xwedî li kampanya "Li dijî qirkirina jinan û zîhniyeta serweriya mêr em têkoşîna xwe ya civakî mezin dikin" a YJK-E û KON-MED'ê derdikevin ku ji 1'ê Mijdarê heta 8'ê Adarê hate ragihandin.
Daxuyanî bi banga mezinkirina têkoşîna hevpar a li saziyên Elewiyan, rûspiyên baweriyê, ciwanan û her kesên alîgirê azadiyê bi dawî bû.









