Li Hesekê komxebata diyalogî

  • 14:03 24 Mijdar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya 25’ê Mijdarê Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê li Hesekê komxebatek diyalogî li dar xist. Li ser cureyên tundiya li ser jinan, kokên wê yên fikrî û civakî girîngiya hişyarî û avakirina civakek li ser bingeha wekheviya zayendî nîqaş hatin kirin.
 
Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê li Hesekê komxebatek diyalogî li dar xist. Di komxebatê de gelek rêveber û endamên saziyên civaka sivîl, rêxistinên jinan û kesayetên hiqûqî amade bûn. Komxebatê bi deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanan dest pê kir.
 
25’ê Mijdarê roja têkoşîna bi tundiyê re ye
 
Berdevka Kongra Star a Hesekê Nahid Silêman destnîşan kir ku 25’ê Mijdarê roja têkoşîna jinan li çar aliyên cîhanê ye, diyar kir ku xwişkên Mîrabal ji bo mafên xwe têkoşiyane û riya têkoşînê ji bo hemû jinan vekirine.
 
Nahid Silêman destnîşan kir ku zihniyeta desthilatdar sedema ferzkirina tundiya li ser civakê, bi taybetî li ser jinan e behda girîngiya têkoşîna li dijî vê zihniyetê û guherandina wê kir. Her wiha bal kişand ser fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku girîngiyê dide azadiya jinan û got ku fikrên wî deriyê pêşketin, geşbûn û guherînê li ber jinan vekiriye.
 
Tundiya li ser jinan ji zihniyeta desthilatdar û paşverûtiyan bingeh digre
 
Endama Navenda Jineolojiyê, Nuzha Dahr jî der barê tundiya  li ser jinan, cureyên wê yên cuda û kokên fikrî û civakî yên ku di domandina wê de rol dilîzin, de axivî. Nuzha Dahr diyar kir ku tundî ne bi qonaxek dîrokî yan civakek taybet ve girêdayî ye, li gorî çand, adet, şert û mercên aborî û civakî bi awayên cuda di her serdemê de xwe daye der.
 
Nezha Dahr behsa tundiya xuyayî û veşartî kir û diyar kir ku hinek cureyên tundiyê bi riya bawerî û fikrên ku tundiyê bi nasnameya jinan ve girê didin û wek parçeyek ji jiyana wê ya rojane dibînin, tên rewakirin. Her wiha da zanîn ku ev yek dibe sedem van kiryarên tundiyê wekî tiştekî normal bên dîtin û bertekên civakê li hemberî wan kêm bibin.
 
Her wiha wê bal kişand ser rola sîstem û rêxistinên desthilatdar di xurtkirina zihniyetê de ku tundiyê li hemberî nîqaş û têkoşîna jinan û rêxistinên ku ji bo parastina maf û azadiya jinan dixebitin destek dikin. Nuzha Dahr destnîşan kir ku tundî ne tenê bi kiryarên ferdî ve sînordar e, yasa, sîstemên civakî û helwestên ku serdestî û cudakariyê xurt dikin jî di domandina wê de dikarin roleke mezin bilîzin.
 
Di çarçoveya çalakiyê de, sînfîzyonek li ser tundiya li ser jinan hat pêşandan.
 
koma şanoyê ya Darsî ya Hîlala Zêrîn pêşandanek şanoyî pêşkêş kir ku mijara tundiya li ser jinan anî ser dikê.