Li Êlihê ji bo girtiyan kartên piştevaniyê hatin amadekirin

  • 21:08 23 Mijdar 2026
  • Rojane
ÊLIH – Meclîsên Jinan ên Ked û Demokrasiyê yên Êlihê, di çarçoveya 25’ê Mijdarê de, ji bo jinên girtî kartên piştevaniyê nivîsandin û ji bo meşa şevê pankart amade kirin.
 
Meclîsên Jinan ên Ked û Demokrasiyê yên Êlihê, wekî beşek ji çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan , li Êlihê çalakiyek li dar xistin. Jin li navenda Sendîkaya Karkerên Xizmetên Tenduristî û Civakî (SES) hatin cem hev û ji bo jinên ku niha di girtîgehan de ne, kartên piştevaniyê nivîsandin.
 
Her wiha jinan ji bo meşa şevê ya ku tê plankirin di 25’ê Mijdarê de pêk were, pankart amade kirin.