Ji bo girtiyên nexweş çalakiya nobedê tê destpêkirin
- 23:03 16 Mijdar 2026
- Rojane
ENQERE - Ji bo berdana girtiyên nexweş ku mafê wan ê tenduristiyê tê astengkirin ji aliyê saziyan ve sibe li ber Wezaretê Dadê dê Çalakiya Nobeda bêdeng û bêdem bê destpêkirin. Malbatên girtiyan jî dê tevlî çalakiyê bibin.
Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û xizmên girtiyan jî di nav de bi tevlîbûna gelek saziyan ji bo girtiyên nexweş sibe di seat 14.00an de li ber Wezareta Dadê çalakiya Nobeda Bêdeng dê bê destpêkirin. Nobed dê piştî komcivîna DEM Partiyê ya Meclisê bê destpêkirin parlamenter û gelek sazî jî dê piştgirî bidin. Bi çalakiyê dê balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş û şewitandina infaza girtiyan. Her wiha nobed dê be dem be.
Di bangavaziya çalakiyê de hat gotin ku girtiyên nexweş Tuncer Saglam jiyana xwe ji dest da û girtiya nexweş Newroz Bozkurt ku 28 sal in di girtîgehê de ye li nexweşxaneyê tê dermankirin û rewşa wê di merhaleya metirsiyê de ye. Her wiha di bangavaziyê de hat gotin ku ew bi daxwaza mafê tenduristiyê ya girtiyên nexweş, rakirina astengiyên li pêşiya berdana girtiyan û bidawîkirina binpêkirinên mafê tenduristiyê çalakiyê li dardixînin.







