Salek û 6 meh cezayê girtîgehê li rojnameger Rabîa Onver hat birîn
- 15:25 16 Mijdar 2026
- Rojane
COLEMÊRG - Rojnamevan Rabîa Onver di dozekê de ku ji ber parvekirinên wê yên li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal derketiye holê, salek û 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.
Rûniştina yekem a doza li dijî nûçegihana me Rabîa Onver ku bi hinceta "propagandaya rêxistinê kiriye" li ser parvekirinên wê yên ji hesabê X, hatibû vekirin, li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yemîn a Colemêrgê hat lidarxistin. Rabîa Onver û parêzera wê Gulistan Karaduman, beşdarî rûniştinê bûn.
Dadgehê salek û 6 meh cezayê girtîgehê li Rabîa Onver birî.
Dadgehê her wiha îhtîmala taloqkirina cezayê li gorî xala 51'emîn a Qanûna Cezayê ya Tirkiyeyê (TCK) nirxand.







