Tulay Hatîmogullari: Divê em xwe bi rêxistin bikin

  • 17:51 15 Mijdar 2026
  • Rojane
AMED – Di foruma ku li Amedê hat lidarxistin de Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari axivî û got: “Îro eger em li vî welatî behsa aştî û demokrasiyê dikin, eger em behsa mafên Kurdan dikin, eger jin dikarin têkoşîna xwe bimeşînin û eger li çar aliyên cîhanê û Tirkiyeyê têkoşîna ekolojiyê hebe, pêşengiya ciwanan xwedî girîngiyeke pir mezin e.”
 
Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya xebatên budçeyê de li Amedê forumek li dar xist. Foruma ku bi sernavê “Ji bo nan, aştî û dadweriyê budçe” li Navenda Kongre û Çandê ya Çand Amedê hat organîzekirin, bi beşdariya Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, nûnerên saziyên sivîl û gelek kesan dest pê kir.
 
Bername bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre Tulay Hatîmogullari, li ser navê ciwanan Zinar Kaplan û endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) Îlknur Bîrol û Latîf Çetîn di bernameyê de axivîn.
 
Di forûmê de endama MYK’ê Îlknur Bîrol destpêkê bi ciwanan re axivî û pirsa rewşa aboriya wan kir. Ciwanan behsa pirsgirêkên xwe yên aboriyê kirin û diyar kirin ku hinek nikarin nan bibin mala xwe û hinek jî nikarin herin wargehên xwe û wiha gotin: “Bihayê veguhastinê pir zêde ye û esnaf jî nikarin debara xwe bikin. Em wekî ciwan û gel di warê aborî û budçeyê de pirsgirêkên giran dikişînin; aboriya welêt tenê ji bo beşekî biçûk dixebite. Pirsgirêkên me yên sereke yên veguhastin, cihê manê û xwarinê ne.”
 
 
Di civînê de Tulay Hatîmogûllari bi bîr xist ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurd ji aliyê ciwanan ve hatiye destpêkirin û bal kişand ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Di vê demê de ciwanên li salonê dirûşmeya “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin.
 
Tulay Hatîmogullari bal kişand ser pêşengên rêxistinên ciwanan ên serdemê û wiha got: “Dema em li dîroka Tirkiyeyê dinêrin, em dibînin ku rola ciwanan çiqas girîng e. Hem ji aliyê Tevgera Azadiya Kurd ve û hem jî ji aliyê têkoşîna şoreşger û sosyalîstên Tirkiyeyê ve, ciwanan pêşengî kir. Di çalakiyên karkeran de jî ciwanan pêşengî kir. Yanî têkoşîna ku ciwanan da destpêkirin, îro eger em li vî welatî behsa aştî û demokrasiyê dikin, eger em behsa mafên Kurdan dikin, eger jin dikarin têkoşîna xwe bimeşînin û eger li çar aliyên cîhanê û Tirkiyeyê têkoşîna ekolojiyê hebe, pêşengiya ciwanan xwedî girîngiyeke pir mezin e.”
 
Tulay Hatîmogullari axaftina xwe wiha domand: “Dema em têkoşîna xwe ya nan, aştî û dadweriyê dimeşînin, di demekê ku em behsa aştiyê dikin de, em hewl didin ku vê têkoşînê hîn mezintir bikin. Di Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk de ku bi banga Birêz Ocalan dest pê kir, em vê yekê pirtir dikin. Di çarçoveya pêvajoyê de dema em çûn Îmraliyê, yanî di roja bangê de, wî bi berfirehî ev tişt ji me re gotin: Li Tirkiyeyê dema karkerek, kedkarek, xizanek dibêje ‘ez birçî me’ û dema dibêje ‘nan’, dema xwendekarek dibêje ‘ez dixwazim mafên min mîna yên mirovekî bên naskirin’, pênaseya ‘terorê’ li wan tê xistin û mirov dema dibêjin ‘ez birçî me’ rastî vê muameleyê tên. Û wî got ku: ‘Ka em vê pêvajoyê veguherînin cihekî; di demên berê de hebûna Kurd dihate înkarkirin, lê niha kurd di çar welatan de dikarin hebûna xwe bi awayê herî xurt nîşan bidin. Îro li Îmraliyê maseyek hatiye danîn. Eger ev mase hatiye danîn, ev nîşaneya asta ku têkoşîna rêxistinkirî ya vî gelî gihîştiye ye.’ Ji bo vekirina hemû qadên têkoşîna demokratîk ev pêvajo pir bi qîmet e. Di qonaxeke ku çek bêdeng in de, em kesên ku li Tirkiyeyê tevgera kedê, tevgera ciwanan û tevgera ekolojiyê dimeşînin, dikarin vê yekê gelekî bi xurtî bikin. Divê em dengê xwe bilindtir bikin. Divê em hemû bi hev re vê yekê binirxînin.”
 
Tulay Hatîmogullari diyar kir ku ciwan berê xwe didin madeyên hişbir û wiha got: “Polîtîkayên şerê taybet ên ku rasterast bi destê dewletê tên meşandin. Gelo ciwanekî madeyên hişbir bi kar tîne, dê têkoşînê bike da ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê? Dê bê bîra wî? Ji ber ku mejiyê wî tê jehrîkirin. Dema jê re tê gotin ku madeyên hişbir bi kar neyîne, nikare berde, ji ber ku girêdayîbûneke biyolojîk çêdibe. Ji ber vê yekê divê em li dijî vê yekê têkoşîneke pir xurt bimeşînin. Em ê li dijî vê yekê xwe birêxistin bikin. Berî ku ciwan bikevin nava xefika madeyên hişbir, em ê wan ciwanan bibînin û birêxistin bikin. Dayik li her derê balê dikişînin ser madeyên hişbir, ji ber vê yekê divê em giraniyeke zêdetir bidin vê mijarê.”
 
Tulay Hatîmogullari bal kişand ser pirsgirêkên ku ciwan dijîn û wiha axivî: “Zarok li dibistanan sabûnê nabînin ku destên xwe bişon. Me xwest ku ji bo xwendekar û zarokan carekê di rojê de xwarineke belaş bê dayîn. Welatekî ji 86 milyonan nikare xwarineke rojê dabîn bike? Çima pereyan dişînin ji bo fondanan? Pereyên ku ji wan fonên ku nêzîkî AKP’ê ne û di nava wan de parlementer û burokrat hene tên dizîn, ji budçeya welatekî mezintir in. Lê ji bo dayîna pereyê xwarineke rojê ji xwendekarekî re aciz in.”
 
Tulay Hatîmogullari  behsa bursa 4 hezar lîreyî ya ku ji xwendekarên zanîngehê re tê dayîn kir û wiha bi dawî kir: “4 hezar lîre têra çi dike? Bila ciwanek bi hevalekî xwe re biçe tostê bixwe û li gel wê ava fêkiyan vexwe, hezar lîre jixwe çû. Gelo ew ciwan mehê carekê tenê xwarinê dixwin? Enflasyon ji bo kê dadikeve, ji bo wan dadikeve. Enflasyon ji bo welatiyan li ser cihê xwe disekine. Bihabûna jiyanê li ser cihê xwe dimîne. Her kes dizane ku goşt, zeytûn û penêr çiqas biha ne. Kedkar dibêje ku ez bûme muhtacê xwarina goşt. Dibêje min tama goşt ji bîr kiriye. Welat anîn vî halî. Ciwanên me di heman demê de ji bo ji van rizgar bibin, hewl didin biçin Ewropayê. Di dîroka Tirkiyeyê de pêla herî mezin a koçberiyê niha tê jiyîn.”
 
Forum bi çepikan bi dawî bû.