Li Şirnexê atolyeyên 25'ê Mijdarê
- 16:25 14 Mijdar 2026
- Rojane
ŞIRNEX - Tevgera Jinên Azad (TJA) li Çemê Şemo û Tilqebînê atolye li dar xistin û tê de mijarên wekî tundiya li dijî jinan, bikaranîna madeyên hişbir û polîtîkayên "şerê taybet" hatin nîqaşkirin. Di atolyeyan de her wiha banga berfirehkirina têkoşîna rêxistinkirî ya li dijî tundiyê hat kirin.
Di çarçoveya amadekariyên ji bo 25'ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan, Tevgera Jinên Azad (TJA) li gundê Çemê Şemo yê girêdayî bajarokê Kasrikê yê Şirnexê û li bajarokê Tilqebînê yê navçeya Silopiyayê atolye li dar xistin. Di van atolyeyan de ku jinan bi awayekî berfireh beşdar bûn, bal hat kişandin ser tundiya li dijî jinan û stratejiyên li beramberî wê.
Çemê Şemo
Di atoleya li gundê Çemê Şemo de, Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Şirnexê, Newroz Uysal Aslan axivî û bal kişand ser girîngiya hevgirtina jinan di dema rûbirûbûna zehmetiyan de.
‘Destkeftî bi têkoşînê hatine bidestxistin’
Newroz Uysal Aslan bal kişand ser zêdebûna kuştinên jinan û got: "Divê jin li hemberî pirsgirêkên ku pê re rûbirû dimînin, bi hevgirtin tevbigerin. Pêwîst e ew ji mafên xwe haydar bin û derbarê wan de agahdar bibin. Di salên dawî de, kuştinên jinan gihîştiye asteke metirsîdar. Jin her roj tên kuştin, ber bi xwekujiyê ve tên kişandin, an jî bi awayekî ku wekî xwekujî xuya bike tên qetilkirin. Di heman demê de, têkoşîna jinan a li dijî tundiyê jî mezin dibe. Destkeftiyên ku jin îro xwedî lê derdikevin, bi saya têkoşîna wan bi xwe hatine bidestxistin. Jin êdî bêedaletiyên li hemberî xwe qebûl nakin; li her derê derdikevin kolanan. 25'ê Mijdarê ji bûyereke ku li parçeyeke din ê cîhanê qewimîbû derket holê, lê îro jin li çar aliyê cîhanê xwedî li vê rojê derdikevin."
Atoley piştî nîqaşên di navbera beşdaran de bi dawî bû.
Tilqebîn
Di atolyeyeke ku ji aliyê TJA'yê ve li bajarokê Tilqebînê ku dikeve navçeya Silopiyay hat organîzekirin de, mijarên wekî bikaranîna madeyên hişbir, tundiya li dijî jinan û polîtîkayên "şerê taybet" hatin nîqaşkirin.
‘Bi rêya polîtîkayên şerê taybet tundî tê belavkirin’
Aktîvîsta TJA'yê Çimen Fidan, di atolyeyê de axivî û diyar kir ku ew her sal di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Tundûtûjiya li ser Jinan] de, li gelek gund û taxan çalakiyan li dar dixin.Çîmen Fidan bal kişand ser wê yekê ku tundiya li ser jinan ne tenê pirsgirêkeke rojekê ye, lê di hemû rojên salê de berdewam dike û got: “Di rastiyê de, tundiya li ser jinan ne tenê di rojekê de pêk tê; her roj rû dide. Ev tundî ne tenê bi Kurdistan an Rojhilata Navîn ve sînorkirî ye; li hemû cîhanê heye. Jin li her derê tundiyê dibînin.. Bi belavkirina bikaranîna madeyên hişbir di nava ciwanan de, hişmendiya kolektîf a civakê tê bêhîskirin; ev jî dibe sedem ku ciwan nikaribin ji bo azadiya xwe têbikoşin. Her wiha madeyên hişbir ji bo hêsankirina belavbûna fuhûşê di nava civaka me de tên bikaranîn. Hemû ev yek taktîkên şerê taybet in. Wekî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje: ‘Heta ku jin azad nebin, civak jî nikare azad bibe.’ Dema em li van polîtîkayên şerê taybet dinêrin, em dibînin ku ew bi taybetî jinan dikin hedef.”
Atolye, piştî beşa nîqaşan û berzkirina dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.







