Li Meletî starta 25'ê Mijdarê hat dayîn
- 16:43 13 Mijdar 2026
- Rojane
MELETÎ - TJA'yê, bi starta çalakiyên xwe yên ji bo 25'ê Mijdarê da û bal kişand ser zehmetiyên ku jin piştî erdhejê pê re rû bi rû mane. TJA'yê bang li hemû jinan kir ku têkoşînê berfireh bikin û got: "Ji malekê bo maleke din, ji kolanekê bo kolaneke din û ji qadeke bo qadeke din, em bang li hemû jinan dikin ku têkoşînê mezin bikin."
Tevgera Jinên Azad (TJA), starta çalakiyên xwe yên ku di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan hatine organîzekiri, li Meletiyê bi dirûşma "Niha dema jinan e: Bi hêza xwe û vîna azad" da. Daxuyaniya çapemeniyê ku li qada bajêr hat dayîn, Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a bajêr, Nurhayat Şimşek ve hat xwendin.
Nurhayat Şimşek diyar kir ku ew ê jiyanê bi rêya têkoşîna jinan a rêxistinkirî ji nû ve ava bikin û got: “Em ê têkoşîna xwe ya li dijî hewldanên dûrxistina jinan ji zimanê dayikê, nasname, dîrok û vîna wan a azad bidomînin. Em bawer dikin ku bêyî azadiya jinan, aştiya civakî, wekhevî û jiyaneke demokratîk ne pêkan in. Em ê têkoşîna xwe ya rêxistinkirî li dijî xizankirina jinan, nedîtîkirina keda wan, metakirina laşê wan û polîtîkayên dijminane yên li hemberî jinan berfireh bikin. Bi esasgirtina jiyaneke komunal a demokratîk, hevgirtina jinan, jineolojiyê (zanista jin û jiyanê) û parastina cewherî, em ê jiyana xwe bi destên xwe ava bikin. Têkoşîna jinan a rêxistinkirî, şêwaza me ya herî mezin a parastina cewherî ye. Bi wergirtina hêzê ji hêza xwe, vîna xwe ya azad û hevgirtina xwe, em ê li hemberî tundiya mêrê serdest tu gavê paşve neavêjin. Di vê 25'ê Mijdarê de, em bang li hemû jinan dikin ku têkoşînê berfireh bikin.”







