Têkoşerên azadiyê li Kanada û Swêdê hatin bibîranîn
- 12:24 7 Îlon 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Toronto yê Kanada û bajarê Gavle yê Swêdê ji bo têkoşerên azadiyê, taziye hate danîn û çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin.
Ji bo gerîlayên HPG'ê Veysel Dogan (Rojhat Karadenîz), Halîl Yilmaz (Çiya Botan), Ramazan Dopan (Dijwar) û Mûrat Koçhan (Rizgar Seyît) yên di Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de jiyana xwe ji dest dabûn li bajarê Toronto yê Kanadayê taziye hate danîn.
Li gel xizmên şehîdan gelek kes beşdarî taziyeya li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Kanadayê bûn. Di bîranînê de dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.
Hevserokê Navendên Civaka Demokratîk a Kurd li Kanadayê Kadrî Ertûgrûl li bîranînê axivî û anî ziman ku şehîdan mîrate û têkoşîneke xurt li pey xwe hiştin.
Kadrî Etrûgrûl destnîşan kir ku xwedîderketina li bîranîna şehîdan xwedîderketina li daxwaza jiyana bi rûmet, demokrasî û azadiyê ye.
Xizmên Veysel Doğan (Rojhat Karadeniz), Halil Yılmaz (Çiya Botan), Ramazan Dopan (Dijwar) û Murat Koçhan (Rizgar Seyît) jî li bîranînê axivîn û diyar kirin ku ew şehîdê tevahiya Kurdistanê ne.
Li taziyeyê sînevîzyonek li ser têkoşîn û jiyana şehîdan hate nîşandan.
Ji bo Xebat Nisêbîn ê 26'ê Nîsana 2021'ê li Avaşînê şehîd bû, Meclîsa Gel a Gävle-Borlänge ya Swêdê çalakiya bîranînê lidar xist.
Hevseroka Meclîsa Gel a Gävle-Borlänge Jin Hajo li bîranînê axivî û got, "Eger em îro li vê derê bin bi saya şehîdan e."
Di bîranînê de bi navê malbatê axaftin hate kirin û qala jiyan û têkoşîna şehşîd Xebat Nisêbîn hate kirin.







