Mîhrîcana ku diyarî pakrewanan hat kirin dest pê kir

  • 09:56 5 Îlon 2026
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo 34’emîn Mîhrîcana Çanda Kurd a Navneteweyî ya bi dirûşma "Bi Rêbertiya Azad ber bi Civaka Demokratîk", ji bajarên cuda yên Ewropayê Kurdistanî û dostên wan li Dortmundê tên ba hev. Mîhrîcan diyarî pakrewanên têkoşîna azadiyê hat kirin.
 
Bi pêşengiya Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) û Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E), ji bo mîhrîcana ku diyarî pakrewanên têkoşîna azadiyê hatî kirin gelek kes ji saetên siharê ve tên qadê.
 
Piştî kontrolên ewlekariyê jin, ciwan û zarok bi cil û bergên herêmî û bi flamayan diçin qada mîhrîcanê.
 
Li nuqteyên cuda yên mîhrîcanê govend tê gerandin, gelek kes bi otobus û wesayîtan beşdar dibin.
 
Girseya ku li benda destpêkirina bernameyê ye, li qadê dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” berz dikin.
 
Li qada mîhrîcanê gelek stand hatine danîn.