Oya Ersoy: Aştiya mayînde wê bi hêza jinan bê avakirin
- 09:03 5 Îlon 2026
- Rojane
Devrîm Findik
STENBOL - Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Oya Ersoy, da zanîn ku ji bo pêvajo derbasî siyaseta demokratîk dibe divê pêvajo bikeve bin ewlehiya hiqûqî û aştiyeke mayînde bi hêz û têkoşîna hevpar a jinan dikare ava bibe.
Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Oya Ersoy, qanûna çarçoveyî ya di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hat derxistin û geşedanên hatin jiyîn nirxand û gavên divê ji vir şûnde bên avêtin rêz kir.
‘Divê Qanûna Çarçoveyî bê berfirehkirin’
Oya Ersoy bal kişand ser girîngiya Qanûna Çarçoveyî û wiha domand: “Tevî hemû kêmasiyan, li meclîsê avakirina komîsyonekê û derketina qanûnekê destkeftiyek girîng e. Bê guman hewce pê heye ku qanûna çarçoveyî li gorî nirxên mafê mirovan bê berfirehkirin.”
Oya Ersoy li ser sînorkirinên di qanûnê de sekinî û gavên ku divê demildest bên avêtin wiha rêz kir: “divê kesên di pêvajoya pevçûnê de cih girtine, yên çûne surgunê û yên girtî ji vê qanûnê fêdeye bigirin, astengiyên li pêş tevlibûna civaka demokratîk û siyasetê bên rakirin. Di vê qanûnê de sînor hatiye danîn, ev sînor ne rast e û ne li gorî rihê pêvajoyê ye. Divê ev bê rakirin.”
Ewlehiya hiqûqî
Oya Ersoy der barê ewlehiya hiqûqî û guherînên mevzuatê de jî wiha anî ziman: “Êdî her kes muxatabê rêgezên hiqûqî yên dijdemokratîk û pêkanînên îdarî ne. Tişta divê bê kirin gavên ewlehiya hiqûqî ye. Ji bo mevzuat li gorî mafê mirovan be peywir dikeve ser meclîsê. Divê biryarên Dadgeha Destura Bingehîn bê şert pêk bên. Rêxistinekê îfade kiriye ku çek berdaye û îfade kiriye ku divê pirsgirêka Kurd bi riya siyaestê bê çareserkirin. Ji ber vê ya hewce divê bê kirin.Ji bo baweriyê bidin divê ya ewil dest ji qeyûman berdin. Nîvê welat bi qeyûman tê bi rêvebirin. Li şûna feraseta ku azadî tên qedexekirin divê sererastkirinên ku mafan diparêze bên kirin.”
Entegrasyona civakî
Oya Ersoy bal kişand ser girîngiya entegrasyona civakî û pêvajoyên vegeran û got: “Di vegeran de ne tenê gerîla, yên derveyê welat, yên girtîgehan de jî hene. Hewce pê heye ku ji bo wan rêyên siyasetê bên vekirin. Divê ji bo van mirovan mekanîmzyanê parastinê û şert û mercên ku dikarin bi mirovahî bijîn bên avakirin.”
‘Divê JÎTEM û cerdevanî bê rakirin’
Oya Ersoy derbarê valakirina gundan de û burokrasiya ewlehiyê de jî wiha anî ziman: “Di pêvajoya pevçûnan de gund hatin valakirin, gel hat koçberkirin. Ev mirov wê vegerin gundên xwe. Niha li gundê wan cerdevan an jî hinek kesên din hene. Avakirina şert û mercên vegeran ya dewetê ye. Divê pergala cerdevanî û JÎTEM’ê bê rakirin. Ne konsepta terorê divê bi zimanê aştî û demokrasiyê tevbigerin. Pêvajoya pevçûnê travmayên mezin afirand. Gelek binpêkirinên mafan ên giran hatin jiyîn. Divê garantiya ku ji vir şûnde ev binpêkirin nayên jiyîn bê dayîn. Ji bo avakirina edalet û heqîqetê divê kiryar nediyar, gumanbarên windahiyan, şewitandina gundan bên dîtin û darizandin.”
‘Divê jin bibin kirdeya pêvajoyê’
Oya Ersoy balkişand ser rola jinan a di pêvajoya aştiyê de û wiha vegot: “Yên di pevajoya pevçûnan de herî zêde bandor dibin jinin. Ji ber vê jî divê jin bibin kirdeya aştiyê. Divê jin di hemû mekanîzmayan de cih bigirin. Em ê aştiyê bi hev re ava bikin. Di vir de herî zêde bi jinan bawer dikim.”








