Li Nisêbînê bîranîn: Bi hezaran kes meşiyan
- 10:42 27 Tebax 2026
- Rojane
MÊRDÎN - Di pêşengtiya MEBYA-DERê de li Nisêbîna ji bo şehîdên Tevgera Azadiyê bernameye bîranînê tê lidarxistin. Gelê Nisêbînê bi girseyî û berzkirina dirûşman ber bi cihê bîranînê ve meşiya û tevli bîranînê bû.
Bi pêşengiya Komeleya Yekitî, Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirin e re (MEBYA-DER) ê li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, ji bo şervanên azadiyê di dîrok û herêmên cuda de di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bîranîn hat lidarxistin. Bîranîn, li Qada Bazara Girtî ya li li kêleka Mala Şîne ya Şukru Akay a Goristana Haciyan hate li darxistin. Li cihê bîranînê li ser masayan wênêyên Şehîdên Azadiyê û gul hatin danîn.
Beriya biranînê girseya kombûyî bi meşê ber bi cihê bîranînê ve meş li dar xist. Bi sedan welatî tevli meşê bûn û pankartên “Şehîd rûmeta me ne”, “Tekoşîna wan rêya me ronî dike”; portreyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên Şehidan Azadiyê hatin hilgirtin.
Di meşa ber bi cihê bîranînî ve dirûşmên “Şehid namirin”, “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.
Di dema rêzgirtinê de sirû hat xwendin
Piştî meşê, ji bo kesên ku jiyana xwe ji dest dabûn, deqeyek rêz hat girtin. Di vê demê de, sirûda *Çarxa Şoreşê* ji bo bîranîna şehîdan hat xwendin. Piştre, bi hezaran kes bi hev re dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" berz kirin.
Paşê, Hevserokê MEBYA-DER'ê yê Mêrdînê Salih Kuday ji bo rêzgirtina li bîranîna kesên jiyana xwe ji dest dane spasiya girseyê kir; herwiha Parlamentera Mêrdînê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Beritan Güneş jî got: "Em hemû şehîdên xwe yên Kurdistanê di şexsê şehîdên Mêrdînê de bi bîr tînin. Kurdistan warê rûmetê ye. Xwedîderketina li şehîdan, xwedîderketina li Kurdistanê ye."








