ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2026'AN
- 09:00 25 Tebax 2026
- Rojev
* Endama Platforma Jinan a Enqerê Eylûl Soyluoglu, diyar kir ku pêdivî ye ku jin têkoşînê di nav refên xwe de berfireh bikin. Rêvebera DEM Partiyê ya Çankaya Nesîl Çîftçî jî destnîşan kir ku kes nikare bêyî jinan behsa danûstandinên aştiyê bike. BI DÎMEN
*Ji Ari-Derê Şînda Ayazgun ku perwerdeya zimanê Kurdî dide, diyar kir ku fêrbûna ziman tenê bi rêya kursan têrê nake û bal kişand ser girîngiya bikaranîna Kurdî li malê, li kolanê û di hemû warên jiyana rojane de. Şînda Ayazgun got: "Di encamê de gel ziman zindî dihêle. Gava mirov bi zimanê xwe diaxivin, ew ziman xurtir dibe." DÎMEN HEYE
*Qesra Îshaq Paşa ku li ser zinarên bilind û asê yên bi bilindahiya hezar û nehsed metreyan hatiye avakirin, bi avahiya xwe ya ku şopên avahîsziya Osmanî, Selçûqî û Farisî dihewîne, bi taybetmendiya xwe ya dîrokî û dîmenê xwe yê bêhempa, hem bala geştiyarên xwecihî û hem jî yên biyanî dikişîne. BINWÊNE
*Rêvebera Komeleya Dema Jinan, Derya Aslan diyar kir ku sepana JinMapê hewcedariyek girîng a di peydakirina mekanîzmayên piştgiriyê yên ji bo jinên ku şîdet li wan tên kirin, pêk tîne û got, "Zimanê dayikê mafekî bingehîn e. Rastiya ku Alo 153 dest bi peydakirina xizmetên bi zimanê Kurdî kiriye girîng e, lê divê ev yek were rojeva raya giştî." DÎMEN HEYE







