'Divê civaka Tirkiyeyê li şîna li Kurdistanê binêre'

  • 09:05 24 Tebax 2026
  • Rojane
Melek Avci
 
ENQERE - Li gelek bajarên Kurdistanê, xizmên kesên ku jiyana xwe ji dest dane, di heman demê de daxwazên xwe yên ji bo aştiyê tînin ziman. Jinan bal kişandin ser vê yekê û bang li civaka Tirkiyeyê kirin ku "Li şîna li Kurdistanê binêrin" û tekez kirin ku aştiya mayînde tenê bi lihevhatina civakî, eşkerekirina rastiyê û beşdariya rêxistinkirî ya jinan pêkan e.
 
Bi pêşengiya MEBYA-DER'ê, li gelek bajarên Kurdistanê ji bo kesên ku di dem û cihên cuda de di Têkoşîna Azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane, şîn tên danîn. Her çend Dayikên Aştiyê her tim dev ji parêzvaniya aştiyê bernadin jî, bi hezaran kesên ku beşdarî şînê bûn dubare kirin ku ew pêvajoya heyî deyndarê gerîlayên azadiyê ne ku di têkoşînê de şer kirin û jiyana xwe ji dest dan. Peyama ku ew ê mîrateya wan dewir bigirin da ku pêvajo veguhere aştiyek demokratîk û wekhev, pir caran tê parvekirin.
 
'Li aliyekî şînê digirin, li aliyê din jî daxwazên aştiyê bilind dikin'
 
Ji Înîsiyatîfa Jinan a Pêwîstiya Min bi Aştiyê heye, Sevim Fidan derbarê şînên li bajarên Kurdan hatine danîn de axivî û diyar kir ku peyamên aştiyê yên ku îro ji cihên şînê tên, hêviyên ji bo pêvajoyê ji nû ve geş kirine. Sevîm Fîdan wiha got, "Di demekê de ku qanûna çarçove tê derxistin, hikûmet gavên pêwîst navêje. Malbatên gerîlayên şehîd konên şînê danîne. Di demekê de ku ew şînê digirin, dayikên me û xizmên şehîdên me li ser aştiyê israr dikin. Di vê gavê de, divê hikûmet di zûtirîn demê de gav bavêje. Ev hêviya me ye. Bi rastî, civaka Tirkiyeyê îro divê li vê yekê binêre. Dayikan zarokên xwe winda kirine. Tevî vê yekê, ew daxwazên xwe yên ji bo aştiyê bilind dikin. Rastiya ku ew hem şînê digirin û hem jî daxwaza aştiyê dikin bi rastî hêviyê dide mirovan, hêviyê dide me. Ev rewşek e ku divê hêviyê bide civaka Tirkiyeyê jî. Divê em rave bikin ku divê gel wekhev bin. Rastiya ku wan hem şîn girtine û hem jî daxwaza xwe ya ji bo aştiyê anîne ziman, pir girîng e. Pir bi qîmet e. Ez ji vir bang li civaka Tirkiyeyê dikim. Ez difikirim ku pir girîng e meriv di xemgîniya van kesan de beşdar bibe û ew jî daxwaza xwe ya ji bo aştiyê bînin ziman."
 
'Em ê hem şînê bigirin û hem jî daxwaza xwe ya aştiyê bînin ziman'
 
Sevim Fîdan diyar kir ku daxwazên Înîsiyatîfa Jinan a Pêwîstiya Min bi Aştiyê heye zelal in û got, "Bi taybetî, divê 'Qanûna Li Dijî Terorê' were betalkirin. Ji aliyekî ve tê gotin ku 'ew ê were efûkirin', lê em, ji aliyê xwe ve, bawer dikin ku tiştek ji bo efûkirinê tune. Heta niha, em li kêleka Kurdên bindest, karker, kedkar, jin û zarokan sekinî. Bi vî rengî lê dinêrim, ez difikirim ku em ne hewceyî efûkirinê ne. Ez nafikirim ku me ti sûc kiriye. Û daxwaza me ya aştiyê dê berdewam bike. Em vê yekê li her derê rave dikin. Li her deverê ku mirov hebin, li Rojava, li Kurdistanê, hevalên me jixwe diçin û bi gel re diaxivin. Wekî ku min got, bi rastî jî şînek mezin heye. Heta niha me nekarî şînê bigirin. Niha em ê hem şînê bigirin û hem jî daxwaza xwe ya aştiyê bînin ziman, li her derê, her demê."
 
'Em di serdema şîneke mezin de ne'
 
Parlamentera DEM Partiyê Ozgul Saki diyar kir ku daxwaza aştiyê ne tenê li ser rêziknameyên qanûnî ye û got, "Em di pêvajoyek veguherîna pevçûnan, çareserkirina pevçûnan de ne û di vê pêvajoyê de, wekî li tevahiya cîhanê, li van axan rêziknameyên cûrbecûr yên qanûnî û civakî têne çêkirin. Lê em dizanin ku daxwaza aştiyê, daxwaza bidawîanîna şeran, ne tenê li ser qanûn û rêziknameyên qanûnî ye. Ew xwediyê aliyekî girîng a jiyanî ye û yek ji tiştên herî bingehîn ên ku di demên çareserkirina pevçûnan de derdikeve holê bi kesên ku di wê demê de jiyana xwe ji dest dane ve girêdayî ye. Kesên ku jiyana xwe ji dest dane dibe ku gerîla bûn an jî dibe ku di pevçûnên bajaran de jiyana xwe ji dest dane û em wê demê jî di derbarê wan windahiyan de nizanin. Îro, gelek windahî hatine ragihandin. Çi ew gerîla bûn ku di pêvajoyên pevçûnan de an jî di pevçûnên bajaran de jiyana xwe ji dest dan û dibe ku ew kesên ku 3 sal berê, 5 sal berê jiyana xwe ji dest dane, îro nasnameyên wan hatine eşkerekirin, û ev serdema şîna mezin e."
 
'Em ê vê pêvajoyê bi rêxistin û hevgirtina jinan bi dawî bikin'
 
Ozgul Saki diyar kir ku pozîsyona jinan di dema şînê de jî pir girîng e û got, "Niha, di pêvajoyên pevçûnê de, beşdariya rêxistinkirî ya jinan di her astê de ji bo aştiya mayînde pir girîng e. Ji ber vê yekê, li vir, ne tenê beşdarbûna jinên takekesî di komîsyonan de ye, lê di heman demê de jin jî wekî tevgereke jinan a rêxistinkirî di vê pêvajoyê de ne û pozîsyonên jinan ji bo şopandina rast a dema şînê, pir girîng in. Em hewceyê komîsyonên rastiyê û komîsyonên lihevhatinê ya di derbarê sûcên şer ên li dijî laşên jinan de ne. Ev  pêvajoyên şînê di heman demê de toreke têkiliyên siyasî jî diafirînin û em mecbûr in ku vê pêvajoyê bi rêxistin û hevgirtina jinan bi dawî bikin."
 
Rûbirûbûn û rastî
 
Ozgul Saki bal bir ser rastî û rûbirûbûnê û wiha got: "Tiştê herî bingehîn li ber me ev e ku, ji aliyekî ve, di demekê de ku dewlet û Parlamento komîsyonên cûrbecûr dimeşînin, em ne tenê li ser hebûna jinan a di wan komîsyonan de, lê di heman demê de li ser tevlêbûna rêxistinkirî ya rêxistinên jinan ên serbixwe ya di vê pêvajoyê de nîqaşan dikin. Em ê vê yekê bişopînin. Mijara beşdariya rêxistinkirî pir girîng e. Ji aliyê din ve, aliyê civakî yê vê yekê heye. Komîsyonên rastî û rûbirûbûnê pêwîst in. Me dîrokeke berfireh a laşê jinê veguheriye qada şer jiyaye. Aştî bi rûbirûbûn û eşkerekirina rastiyê dikare were bidestxistin."