Di çarçoveya 8’ê Adarê de hevdîtina çand û hunerê

  • 21:02 7 Adar 2026
  • Rojane
ENQERE- Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Anatoliyayê bi mabesta 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ji bo jinan bernameyek li darxist. Di bernameyê de Nivîskar Nesrîn Onur qala pirtûka xwe kir û helbestvan Cevahîr Bedel helbest xwendin û Koma Anatoliya Jin jî stran gotin.
 
Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Anatoliyayê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li avahiya xwe ya navçeya Çankaya ya Enqereyê ji bo jinan bernameyek li dar xist. Di bernameyê de nivîskar Nesrîn Orun li ser pirtûk û wêjeyê axivî û helbestvan Cevahîr Bedel jî helbest xwendin. Piştrê jî Koma Anatoliya Jin derket ser dikê û stranên xwe pêşkeşî beşdervanên jin kirin. Gelek jin tevlî bernameyê bûn.
 
Di serî de Hevseroka Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Anatoliyayê Reyhan Yildirimcî axivî. Reyhan Yildirimcî anî ziman ku heta jin azad nebe civak jî azad nabe û wiha got: “Pergal jinan di malan de radigire û dixwaze heqîqeta jinan a civakî tune bike. Lê jin estetîkbûna civakê ye. Em bi wesileya 8ê Adarê careke din dibêjin a ku civakê xweşik bike tevlîbûna jinan li hemû qadên civakê ye. Ji Rozayan heta Sakîne û Nagîhan Akarsel em têkoşîna jinan silav dikin û 8’ê Adarê ji hemû jinan pîroz dikin.”
 
Piştî axaftinê jinan bi yek dengî dirûşmeya, “Jin Jiyan Azadî” berz kirin.
 
Wêje û  jin
 
Piştî axaftinê bernameya hevpeyvînê ya nivîskar Nesrîn Orun û helbestvan Cevahîr Bedel destpê kir. Nesrîn Orun bi lêv kir ku ew ê bi mabesta 8’ê Adarê qala wêjeya jinan bikin û qala pirtûka xwe ya dawî ya bi navê “Li baxçeyê kesên lerizînê şahî” kir. Nesrîn Orun bi lêv kir ku qada wêjeyê jî weke hemû qadên civakî ji zilaman dagirtiye û got ku divê jin li hemû qadan hebin.
 
Helbestvan Cevahîr Bedel jî bi lêv kir ku pirtûkek wê ya li ser jinan heye û qala helbestên xwe kir û çend helbest xwendin. Cevahîr Bedel jî bal kişand ser kêmbûna jinan di qada wêjeyê de û da zanîn ku ji ber jin di qada wêjeyê de cih ji xwe re nabînin wê navê pirtûkên xwe bi navê Cevahîr çap kiriye.
 
Piştî hevpeyvîna li ser wêjeya jinan Koma Anatoliya Jin derket ser dikê û stran gotin. Girseyê jî bi coşeke mezin stran guhdar kirin. Bername bi guhdarkirina stranan bi dawî bû.