Li Arzoxlî li dijî qirkirinê meş
- 15:20 7 Adar 2026
- Ekolojî
AMED - Di daxuyaniya ku têkildarî GES’ê û îşkenceya hat kirin de hat gotin ku ew ê xweza û gundê xwe biparêzin û hat gotin ku ji bo betalkirina projeya ZENKAR-2 jî pêvajoyên qanûnî hatine destpêkirin.
Platforma Paratina Gundê Kervanpinar û Meclîsa Ekolojiyê ya Amedê, têkildarî GES’a ku li gundê Arzoxlî bêçêkirin û îşkenceya hat kirin de daxuyanî da. Şêniyên gund, Partiya Wekhevî Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Komeleya Ekolojiyê ya Amedê, gelek sazî û dezgeh tevlî daxuyaniyê bûn.
Di daxuyaniyê de destpêkê şêniya gund Guler Çîftçî bertek nîşanê çêkirina GES’ê da û got, “Dixwazin gundê me panel çêbikin. Ev der axa dayik û bavê me ye û em ji bo vê yekê li vê derê kom bûne. Çend roj berê kesên dixwazin GES’ê li vir çêbikin me bertek nîşan da, lê belê îşkenceyê li me kirin. Em vê îşkenceyê tu carî qebûl nakin. Em naxwazin xwezaya me bê talankirin û em ê destûrê nedin vê yekê. Bila dewlet û Wezîrê Dadê vê yekê bide sekinandin. Wezîrê Dadê bila vê bê edaletiyê bibîne. Em wek şêniyên gund tu carî dev ji vê yekîtiya xwe bernadin.”
‘Divê were parastin’
Piştre Hevberdevka Meclîsa Ekolojiyê ya Amedê Sabrî Kiliç axivî û got ku ev biryar eşkere dike ku herêm cihekî mîratî yê girîng e ku ne tenê ji bo yekparçeyiya xwe ya dîrokî, lê di heman demê de ji bo yekparçeyiya xwe ya ekolojîk û çandî jî divê were parastin.
'Têkoşîna 52 salan dê bidome’
Di dorê de Hevserokê DEM Partiyê ya Amedê Abbas Şahîn axivî û destnîşan kir ku dixwazin bi tunekirina çand û axê ve gel ji vê yekê dûr bixînin û asîmîle bikin. Abbas Şahîn, destnîşan kir ku ew ê têkoşîna hebûn û tunebûnê ya 52 salan dê îro şûnde jî berdewam bike.
Dest bi pêvajoya qanûnî kirin
Di dawiyê de parêzer Ahmet Înan diyar kir ku tundiya leşkeran a qewimî dê bê ceza nemine û got, “Projeya ZENKAR-1 niha daniştayê ye. Ji duh ve me ji bo betalkirina projeya ZENKAR-2 û destûra wê dest bi pêvajoyên qanûnî kiriye. Em ê destûrê nedin vê qirkirinê.”
Ji bo xwezayê meş
Piştî daxuyaniyê heta derketina gund bi dirûşmeyên “Heq, hiqûq, edalet”, “Jin Jiyan Azadî” û “Bê xweza jiyan nabe” meşiyan.









