Ji 200 parêzeran ji bo girtiyên li Îranê hişyarî

  • 14:28 6 Adar 2026
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Zêdetirî 200 parêzer û rêxistinên hiqûqî bi daxuyaniyek hevpar, ji bo girtiyan hişyarî dan û tekez kirin ku ev dikare bibe sedema binpêkirinên mafên mirovan, îtîrafên bi zorê û îşkenceyê.
 
Zêdetirî 200 parêzer û rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî li ser sînordarkirina gihîştina parêzerên hiqûqî yên serbixwe ya ji bo girtiyan hişyarî dan. Li gorî raporên van koman, hin parêzerên ku hewl dane parastina girtiyan bikin, rastî zext, zilm û heta girtinê hatine.
 
Kesên ku daxuyanî îmze kirine tekez kirin ku sînordarkirinên bi vî rengî serweriya hiqûqê qels dikin û pergala dadwerî vediguherînin amûrek zextê. Îmzevanan her wiha hişyarî da ku bi destpêkirina şer û hişkbûna jîngeha ewlehiyê re, xetera girtinên kêfî û binpêkirinên mafên mirovan zêde bûye.
 
Li gorî daxuyaniyê, astengkirina gihîştina parêzerên hiqûqî di qonaxên destpêkê yên girtinê de, dikare bibe sedema îtîrafên bi zorê û îşkenceyê.
 
Ev hişyarî di çarçoveya prensîbên jêrîn ên ku di Destûra Bingehîn a Îranê de hatine bicîhkirin de jî hate tekez kirin:
 
Xala 22. (Parastina mafên xwezayî û sivîl),
Xala 26. (Mafê azadiya ramanê),
Xala 32. (Qedexekirina girtin, zîndanîkirin û sirgûnkirina neqanûnî),
Xala 34. (Rêzgirtina mafên mirovan),
Xala 35. (Mafên şêwirmendiya hiqûqî) û
Xala 38. (Qedexekirina îşkenceyê).
 
Di daxuyaniyê de xalên têkildar ên Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan jî hatin bibîrxistin.
 
Komeleya Parastina Mafên Mirovan a Îranê vê înîsiyatîfê wekî gavek pêwîst ê ji bo parastina mafên kesên ku di binçav de ne û ji bo mîsogerkirina pabendbûna bi pîvanên navneteweyî re nirxand.