Jinan li Krasnodarê 8’ê Adarê pîroz kirin
- 19:04 7 Adar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Krasnodar ê federasyona Rûsyayê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, pîrozbahî hate lidarxistin.
Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, li avahiya Mala Netewan ya li bajarê Krasnodar ê federasyona Rûsyayê pîrozbahî hate lidarxistin.
Pîrozbahî bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre sinevîzyonek li ser dîroka 8’ê Adarê hat pêşandan.. Piştî temaşekirina sinevizyonê axaftin hatin kirin û cejna hemû jinan hate pîrozkirin.
Li ser navê Komîta Jinên Kurd ya bajarê Krasnodarê Besê Alîyêva axivî û ev roj diyarî jinên berxwedêr kir. Her wiha Hevserokê Otonomîya Çandî ya Kurdên bajarê Krasnodarê Arif Ezmanî û Hevserokê otonomîya çandî ya Kurdên Stavrapolê Hûseyîn Ahmedov jî axivîn û cejna tevahî jinan pîrozkirin.
Pîrozbahî bi mûzîk govendê re berdewam kir. Hunermend Dîlber Gasanova, Barî Yûsubov, hunermenda biçûk Albîna û koma kulîlkên rojê derketin ser dikê û bi pêşkêşkirina hunera xwe ve cejina 8’ê Adarê pîroz kirin.
Pîrozbahî bi stran û gerandina govendê bi dawî bû.









