Kurdistanî ji Londonê heta Cardiffê li ser piyan in
- 22:20 24 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezaran Kurdistanî li bajarên London, Hull, Birmingham û Leeds ên Îngilîstanê û bajarê Cardiffê welatê Galler daketin kolanan û êrîşên li ser Rojava protesto kirin. Kurdistaniyên ku herikînin kolanan ev peyam dan, “Vî sûcê şer rawestînin.”
Li paytexta Îngilîstan Londonê, bi hezaran Kurdistanî li dijî êrîşên li ser Rojava li Qada Trafalgar a navdar kom bûn. Enternasyonalîst, rêxistinên çepgir ên şoreşger û gelek rêxistinên girseyî yên demokratîk jî beşdarî çalakiya Kurdistaniyan. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Defend Rojava”, “Hands off Rojava”, “Bijî Kurdistan”, “Terorîst Colani”, “Terorîst Erdoğan” hatin berzkirin.
Zarokên Kurd di çalakiyê de helbest xwendin û hunermendan bi hev re sirûda, “Ey Reqîb” û strana “Şervano” gotin. Li ber sirûûda Ey Reqîb, ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê deqîqeyek rêz hate girtin.
Jinên Kurd li dijî qutkirina keziyê şervaneke jin a li Reqayê ji aliyê çeteyên HTŞ’ê ve, bi awayekî rêz porên xwe kirin kezî.
Di axaftinên çalakiyê de hate destnîşankirin ku li Kobanê ya di bin dorpêçê de 5 zarokên Kurd ji ber sarmayê jiyana xwe ji dest dane û wiha hate gotin, “Ev bêexlaqî ye. Ev sûcê şer a li dijî mirovahiyê ye. Parastina Kurdan a li dijî êrîşên çeteyên cîhadîst ên dest bi xwîn û çeteyên hov ên HTŞ’ê ku bermahiya DAÎŞ’ê ne, berspirsyariya hemû mirovahiyê ye. Divê mirovahî nemire. Ev şerê rûmetê ya mirovahiyê ye. Li dijî vê bêexlaqiyê û hovan Rojavayê biparêze, Kurdistanê biparêze.”
Kurdistaniyan piştî çalakiya xwe ya li vir, bi awayê kortejê ber bi avahiya Wezaretxaneyê ve meşiyan. Girseyê bi hev re dirûşmeyên, “Kurdistan yek e”, “Rojava Rojhilat yek e, Kurdistan yek e”, “Bijî Berxwedana Rojava” berzkirin.
Girseyê çalakiya xwe li pêşiya avahiya Wezaretxaneyê bi dirûşmeya “Shame on you”, “Şerm bikin” bi dawî kir.







