Banga ji zêdetirî 100 hunermend, hiqûqnas, aktîvîst û kolektîfên navneteweyî

  • 23:21 24 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Birîna elektrîk û ava li Kobanê, bi daxuyaniya hevpar a zêdetirî 100 hunermend, aktîvîst û hiqûqnasên navneteweyî hate rojevê. Delegasyona aştiyê bal kişand ser polîtîkayên Tirkiyeyê û êrîşên HTŞ’ê.
 
Li Kobanêya ku yek ji bajarên berxwedanê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, birîna elektrîk û avê ya berdewam, di raya giştî ya navneteweyî de fikarên cidî çêdike. Zêdetirî 100 kes û saziyên ku di nav wan de hunermend, rojnamevan, aktîvîst, hiqûqnas û kolektîf hene, di daxuyaniya hevpar a weşandine de bal kişandin ser têkiliya di navbera polîtîkayên derveyî sînor ên Tirkiyeyê û êrîşên Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) û dagirkeriya wê ya fîîlî de.
 
Ev daxuyanî, di encama banga navneteweyî ya ku kolektîfa Dis/kontinuitäten a navenda wê li Heidelbergê ye dayî destpêkirin de şêwe girt. Gelek kes û kolektîfên ji Ewropa, Tirkiye û Kurdistanê bersiv dan vê bangê; ev vîna hevpar a ku pêk hat, xwe wekî delegasyona aştiyê pênase kir û bang li raya giştî kir.
 
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li Kobanê û derdora wê neçalakirina binesaziya elektrîkê û astengkirina gihîştina çavkaniyên avê, bi eşkereyî li dijî hiqûqa mirovî ya navneteweyî ye. Kes û kolektîfên ku îmze avêtine binê daxuyaniyê, diyar kirin ku ev pêkanîn di sîfatê ambargoyeke fîîlî de ne û destnîşan kirin ku mafên jiyanê yên bingehîn ên sivîlan bi awayekî sîstematîk tên binpêkirin. Di daxuyaniya hevpar de hate qeydkirin ku bi paralelî êrîşên leşkerî yên HTŞ’ê yên li herêmê û berfirehkirina qadên kontrolê yên fîîlî, herêmên xwerêveberiyê tên hedefgirtin, ev jî li ser nifûsa sivîl encamên rasterast û wêranker çêdike. Li gorî daxuyaniyê, xerabkirina binesaziyê û birîna çavkaniyên jiyanê, ji rehenda leşkerî ya şer derbas bûye û veguheriye pratîka cezakirina kolektîf.
 
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, "Birîna elektrîk û avê di hiqûqa şer a modern de rêbazeke bi eşkereyî qedexekirî ye. Bêparhiştina gelê Kobanê ji çavkaniyên jiyanê, polîtîkayeke bi zanebûn e ku sivîlan hedef digire”  û Peymanên Cenevreyê û Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ku Tirkiye aliyekî wan e, hatin bîrxistin.
 
Li ser navê delegasyona aştiyê di daxuyaniya hate weşandin de, bang li Yekîtiya Ewropayê, Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî yên têkildar hate kirin ku li ser van sernavên bilez bang bikin:
 
*Lêkolînkirina serbixwe ya êrîşên HTŞ’ê yên li derdora Kobanê û hewildanên dagirkeriya fîîlî, û destwerdana demlêdest.
 
*Nirxandina hedefgirtina binesaziya sivîl di çarçoveya sûcên şer de û bidawîkirina van pêkanînan.
 
*Vekolîna encamên pêkanînên derveyî sînor ên Tirkiyeyê yên li ser sivîlan di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de.
 
*Birina krîza mirovî ya ku ji ber tinehesibandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (DAANES) derketiye, bo rojeva navneteweyî.
 
Yên bersiv dane bangê:
 
Alexia Cinkilic, Aleksandra Kalisz, Arin Diren, Avesta Dilanar, Azat Baykara, Aylin Gokmen, Bahar Kocabey, Bariş Balseçer, Bariş Seyîtvan, Berrîn Shemdin, Berbang Hilat, Bêrîtan Yaşar, Can Abî, Cebrail Oruç, Ceren Yol, Deniz Orun, Didem Kris, Dijîn Felat, Duygu Earth, Ekin Tümer, Elîşêr Çiyayî, Elizabeth Seidel, Emine Kinis, Eser Ornek, Esra Gultekin, Esra Nesipoğulları, Ferda Duymaz, Ferhat Kartal, Gulîstan Demîrel, Gulîstan Gultekin, Gulîstan Yurtgul, Gulsun Demîr, Halît Eke, Hatîce Yaşar, Hayrullah Ercîk, Helîn Çelîk, Heval Hêja, Hêlîn Aras, Hêlîn Karakuş, Hêvî Nimet Gatar, Hogir Ar, Humeyra Acet, Huseyîn Polat, Îdrîs Yetkîn, Initiative Frieden und Hoffnung e.V., Iz Oztat, Jan Yekta, Jîvan Guner, Johannes Päch, Jînda Kandemir, Kadîr Stêra, Karena Avedissian, Kewser Çeper, Lara Oluklu, Laura Peitzner, Mehmet Orhan, Mehmet Turan, Mehveş Ozturk, Meral Rakip, Mîzgin Bîlmen, Mother Tongue, Murat Encu, Muhammed Jafo, Nil Çiftçi, Nûşîn Ozun, Omer Aktaş, Ozlem Evin, Ozlem Tekin, Ozlem Yılmaz, Rayel Collective, Revşen Kanat, Rojîn Kiliçaslan, Roxana Safarabadi, Salman Ibrahim, Sara Umît Doğan Kolektif, Sedat Ozekîncî, Serdar Mutlu, Serhat Yucekaya, Serhed Serhedî, Serpîl Odabaşı, Siya Jandar, Sarya Nurcan Kaya, Şevval Su Ketmen, Şeyda Kurt, Suleyman Atalay, Talîa Melda, Teatra Sarya Baran, Vivien Tauchmann, Wedat Ercan, Yar Mohammed Faqikhedr, Yasemîn Canbaz, Yildiz Tar, Yunus Arslan, Zehra Kaçar, Zeynep Baran, Abdulkadîr Gileç, Mehmet Murat Yıldırım, Ercan Jan Aktaş.