Karwanê Qamişloyê ji aliyê gelê Hesekê ve hat pêşwazîkirin
- 21:51 24 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Gelê Hesekê konvoyên ku ji Qamişloyê hatin bi dirûşmeyên berxwedanê pêşwazî kir.
Gelê Hesekê konvoyên ku ji Qamişloyê hatin bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Berxwedana Kobanê”, “Bijî Berxwedana HSD'ê” û “Bijî Berxwedana YPJ'ê” pêşwazî kir. Di axaftinên dema pêşwaziyê de, hat destnîşankirin ku xelkê Hesekê li gel şervanên HSD, YPG û YPJ’ê ne. Di axaftinan de wiha hat gotin: “Bila her kes baş bizanibe ku Hesekê li gel şervanên QSD, YPG û YPJ’ê ye. Em wekî xelkê Hesekê, li gel her kesên ku li dijî êrîşên çeteyan çek rakirine ne.”
Şervanên YPJ’ê ku pêşwaziya gelê ku ji Qamişloyê hatin kirin jî daxuyaniyeke dan. Di daxuyaniyê de kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane û kesên ku di berxwedana rûmetê de jiyana xwe ji dest dane hatin bi bîr anîn û şîfa ji birîndaran re hat xwestin. Di daxuyaniya li ser navê YPJ’ê de berxwedana gelê ku ji hemû bajarên Rojavayê hatine, hat silavkirin û hat destnîşankirin ku gelên çar parçeyên Kurdistanê ji bo Rojava li ser pêyan in.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Gelê me li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava, li dijî êrîşên li ser Rojava bi yek dengî wiha diqîrin, Bijî berxwedana rûmetê ya Rojava.”
Her wiha di axaftinan de hat destnîşankirin ku li ser gelê Kurd “komployên qirêj” û “planên qirêj” tên meşandin. Hat diyarkirin ku hêzên koalîsyonê û hinek hêzên ku îdia dikin ku li dijî DAIŞ’ê şer dikin, piştgiriyê didin rêveberiya Colanî û hat gotin ku avakirina dewleteke cîhadîst û selefî tê armanckirin û ev helwest hat şermezarkirin.
Her wiha bang li hêzên navneteweyî hat kirin û wiha hat gotin: “Dengê xwe bilind bikin, xwedî li exlaq û hiqûqa xwe derkevin.” Di dawiya daxuyaniyê de şervaneke YPJ’ê wiha xitabî gel kir: “Wê zarokên vî gelî heta dawî li ber xwe bidin û em ê tu car teslîm nebin. Teslîmiyey xiyanet e.”







