Li Japonyayê ji bo Rojava çalakî hate lidarxistin

  • 21:19 24 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Kurd û dostên wan ên Japon ku li eyaleta Saitama a Japonyayê dijîn, êrîşên li ser Rojava protesto kirin û peyamên piştevaniyê bi gelê Kurd re dan.
 
Kurd û dostên wan ên Japon ên ku li eyaleta Saitama ê Japonyayê dijîn, ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava çalakiyan li dar xistin. Di çalakiyên ku li pêşiya stasyonên Warabi û Nishi Kawaguchi hatin lidarxistin de, bertek nîşanî êrîşên li ser Kurdan û çeteyan dan.
 
Di çalakiyan de dirûşmeyên, “Rojava ne bi tenê ye” û “Em ê li dijî zilm û komkujiyê bêdeng nemînin” hatin berzkirin. Beşdaran diyarkirin ku Kurdên li Japonyayê û gelê Japn ji bo edalet, aştî û rûmeta mirovahiyê li qadan in.
 
Di çalakiyan de hate destnîşankirin ku Kurdên li Japonyayê çalakiyên xwe yên li dijî êrîşênê li ser Rojavayê Kurdistanê bimeşînin û serî li ber komên cîhadîst ên bi piştgiriya Tirkiyeyê re neyê tewandin.