Ji Mazlûm Ebdî der barê civîna Hewlêrê de daxuyanî

  • 00:51 23 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Giştî HSD’ê Mazlûm Ebdî têkildarî hevdîtina bi Nûnerê Taybet ê Sûriyê yê Amerîkayê Tom Barrack re daxuyanî da û got: “Em ji bo entegresyoneke rasteqîn û parastina agirbesta heyî dixebitin.”
 
Nûnerê Taybet ê Sûriyê yê Amerîkayê li gel Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî û Hevseroka Têkiliyên Karê Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed li Hewlêrê civiya bû. Mazlûm Ebdî têkildarî daxuyaniyê li ser hesabê xwe ya X’ê daxuyanî da.
 
Daxuyaniya Mazlûm Ebdî wiha ye: “Me li Herêma Kurdistana Iraqê bi Balyozê Amerîkayê Tom Barrack û Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê Admiral Brad Cooper re civîneke berhemdar û avaker li dar xist. Piştgiriya Amerîkayê û siyaseta Serok Trump a ji bo agirbestê gelekî girîng e û cihê teqdîrê ye.Her wiha, hewlên Balyoz Barrack ên ji bo hêsankirina diyalog û dan û standinên di navbera me û hikûmeta Sûriyeyê de cidî, bingehîn û gelekî bi qîmet in.Em ê bi hemû şiyan û karînên xwe bi xîret bixebitin da ku bigihêjin entegrasyoneke rasteqîn û agirbesta heyî biparêzin.”