Ji bo Rojava banga berxwedanê

  • 09:41 21 Çile 2026
  • Rojane
MERSİN - Jinên ku li Mersînê beşdarî meşa li dijî êrîşên li ser Rojava bûn, bang li gelê Kurd ê li çar parçeyên Kurdistanê kirin ku rabin ser piyan û piştgiriyê bidin Rojava.
 
Ji 6'ê Çile ve, êrîşên li ser Rojava ji aliyê HTŞ û milîsên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin ve li bajarên li seranserê Kurdistan û Tirkiyeyê têne protestokirin. Mersîn yek ji van bajaran e. Gelê ku red dike kolanan biterikîne, tevî astengiyên polîsan di dema meşan de berxwedana xwe didomîne û peyama ku Rojava ji bo gelê Kurd "xeta sor" e dide.
 
'Em ê li ber xwe bidin'
 
Atiya Seçmen ku beşdarî meşa li dijî êrîşên li ser Rojava bû, got, "Ew zarokên me dikujin, ciwanên me digirin. Mafê wan tune ye ku vê yekê bi me bikin. Me şer nexwest, lê mixabin, wan ew dest pê kir. Aştî ne xuya ye, ji ber vê yekê em ê li ber xwe bidin."
 
'Heta ku êrîş berdewam bikin, em ê li kolanan bin'
 
Jinek ku nexwest navê xwe eşkere bike, diyar kir ku heta êrîşên li ser Rojava berdewam bikin, ew ê li kolanan bin û got: "Ji biçûkan bigire heta mezinan, em ê hemû li meydanan bin. Em ê çi pêwîst be bikin. Heta ku ev şer raneweste em jî ranawestin. Em ji mirin û girtinê natirsin. Em Kurd ji dayik bûne, em ê Kurd bimirin. Me axa tu kesî dagir nekiriye."
 
'Divê her kes biçe ser sînor'
 
Kadîre Oguz êrîşên li ser Rojava şermezar kirin û tekez kir ku Rojava ne bi tenê ye. Em li pişt Rojava ne. Gelê Kurd şiyar bûye, ew ne wekî berê ye. Gelê Kurd dê li kêleka Rojava bisekine û em ê bi ser kevin. Em li dijî zilm û neheqiyê ne. Divê hemû gelê Kurdistanê li kêleka Rojava bisekine. Wekî di serdema Kobanî de, divê her kes were ser sînor û em bi hev re derbasî Rojava bibin da ku vî şerî rawestînin Bila wekî serdema Kobanî herkes ji sînor derbas be vî şerî rawestîne.."