Xwedî li Rojava derkevin

  • 09:04 21 Çile 2026
  • Ji Pênûsa Jinan
"Gelên têkoşer bi berxwedanî û bi vîna bê hempa canê xwe feda kirine. Bêdengî teslimiyet e. Ji bo ku carekê din komkujî û bin destî nebê, jin di kefesan de neyên firotin, şewitandin û ji katan neyên avêtin roj roja xwedî li derketina Şoreşa Rojava ye."
 
Nûpelda Têkoşîn
 
Îro em dibinin ku li Rojava yê Kurdistanê dîrok tekerûr dike. Ji ber ku Rojava serî li hember zilm û zordestî  ya hovîtiya DAIŞ'ê qebûl nakê.
 
Di  sala 2014'an de çawa ku hemû cîhan ji bo xwe ji bo istîqbala dewletên xwe  komên çeteyan ên DAIŞ'î metirsiyekê mezin didîtin. Keç û xortên kurd çek rakin beramberî çeteyên hov a ku bi navê cîhata mezin xwestin ku kurdan qir bike, şerê bê hempa dan meşandin. Hemû gelên azadîxwest, têkoşer, bi wicdan berê xwedan warên berxwedanê û şer.
 
Sînorên ku dewletên hegemon ku ji bo Kurdan perçe bike danîbûn, ev keç û xortên bê tirs ji Pirsûs, Nisêybîn, Cîzîrê bi dirûşmeya "Bijî Kobanê", "Bijî berxwedana Rojava"  bi keviran û destan têlên sînoran qetandin. Wek lehiyekê çem herikîn, keç û xortên dil wêrek berê xwedan warê ceng û şer lê hebûn û rûmet ê.
 
Ev şer ne tenê şerê beramberê qirkeran bû, şerê beramberê feraseta zilamsalariya bi sala jinê wek heram, bê îrade dîdit, jinê wek kole û amûrekê cinsî didit şerêkê bi singe sing bû. Komên çete herî zêde jî ji jinên ciwan ku çek rakiribun ditirsiya ku bi destê jinêkê vere kuştin nikarê biçe cinnetê ya ku horî tê de heye.
 
Bi şerê singe sing ya rûmetê Rojava yê Kurdistanê da hemû cîhan şahidiya gelek tiştan kirin. Yên wek dayikan ji bo keç xortên, parastina axa xwe  şer dikirin, xwin dirjandin, xwerin çêdikirin. Cih hat çek rakirin, cih hat birînên şervanan pêçandin. Bav û keçên xwe bi hev re di çeperên şer kirin beramberê çeteyên hov. Ji bo tola fermanê 74'an verê hilgirtin jin û zarokên êzîdî hatin rizgar kirin. YPJ û YPG cihanê ji tarîtî û hovitiya DAIŞ'ê rizgar kir. Ji aliyekê de dagirker ser çeteye Tirk a Erdogan û şîrîkên wî ya qaşo Îslamgir in êrîşên xwe dikirin. Ji aliyekî de çeteyên ku bi navê cîhatê kombûn êrîş dikirin. Lê beramberê hemû êrîşan, hovîtiyan jin rola xwe ya herî asta jor da list û pêşengtiya berxwedanê kirin. Berxwedana jin li cîhanê bû sembola azadî yê bi pêşengtiya Arîn Mîrkan û hevrê yên wê. Çawa ku Erdogan digot ‘Kobanê ha ket ha niha bikeve’ lê xeyal bu ji bo dagirkeran. Kobanê bi saya fermandar, Viyan Peyman, Ş. Masîro, Gelhat Arînan de hemû heval û hogir, ciwanên fedaî ku ji bedenê xwe canê xwe dane. Ne ket û ji bo dijmênên azadiya jin û hemûna gelê kurd ev bû bîrînekê xedar.
 
Berxwedan û têkoşîna ku li Rojava yê Kurdistanê hat kirin, li cîhanê belav bû. Bû remza azadiya, pir renkbûna gel û şoreşa jin ê. Gelek netewên cuda, kesên sosyalist, şoreşger, xwedî wîcdan berê xwe dan warê cengê, şehîd bûn. Berxwedana Rojava bû dîrok, bû romanekê bê dawî û herîkî. Gelek bedel, giyan hat dayîn, êş û zehmetiyên wê gelek bûn. Dîroka zîndî ya ku dihevînin jî şervanên gaziyên şer in. Lê dîsa jî gel û şervanên azadî axa xwe bernedan û têkoşîn kirin.
 
Lê îro beramberê ev qas têkoşîn û bedel dayînê, hêzên desthilatdar, dijminê azadiya jin û îrade gel dixwezê bi ferz kirina teslîmiyetê serkeftiyên Rojava bigre û qirkirinekê topyekûn li ser axa Rojava Kurdistanê pêk bîne. Gelê Rojava çawa ku bi hezaran şehîd dan îro dîsa li di nava berxwedanê de ye.
 
Şervanên azadî di çeperan da ne şer dikin ji bo dîsa DAIŞ zîndî ne be, cîhan di tarîtîyê de nemîne. Îro roj roja xwedî li derketina serkeftiyên modela xweseriye û fikre azadiya jinê û Rojava ye. Çawa ku di 2014'an de ji bo Kobanê nekevê ev sînor hatin qut kirin, ciwan herîkîn axa Rojava şer kirin. Îro heman ruhî jin û ciwan, gelên welatparêz li ku derê bin roj roja xwedî derketin bilid kirina doz û têkoşîna şoreşa jin û civak demokratik, ekolojik û exlaqî  ye.
 
Gelên têkoşer bi berxwedanî û bi vîna bê hempa canê xwe feda kirine. Bêdengî teslimiyet e. Ji bo ku carekê din komkujî û bin destî nebê, jin di kefesan de neyên firotin, şewitandin û ji katan neyên avêtin roj roja xwedî li derketina Şoreşa Rojava ye.