Li Edeneyê ji bo Rojava daxuyanî hat dayin
- 15:31 20 Çile 2026
- Rojane
EDENE - Jinên li Edeneyê li dijî êrîşên li ser Rojava derketin, hevgirtina xwe bi gel re ragihandin û diyar kirin ku ew ê bi serhildana jinan tariyê bişkînin.
Platforma Jinan a Edeneyê li Parka Înonu li dijî êrîşên li ser Rojava civîneke çapemeniyê li dar xist. Gelek jin beşdarî civîna çapemeniyê bûn, pankartek bi nivîsa "Her êrîşek li ser jinan li Rojava sûcê mafên mirovan e. Em ê bêdeng nemînin, em ê qebûl nekin" bilind kirin û pir caran dirûşmeyên wekî "Jin, jiyan, azadî" û "Jinên Rojava ne bi tenê ne" berz kirin.
'Em li kêleka Rojava ne'
Emîne Esmer li ser navê platformê axivî û diyar kir ku êrîş armanc dikin ku destkeftiyên civakî, siyasî û rêxistinî yên ku jinan bi şoreşê bi dest xistine ji holê rakin û ev yek nîşan da ku ev bûyer ne tesadufî ne. Emîne Esmer got, "Emperyalîzm dijminatiya jinan dike. Sîstema kapîtalîst dijminê rizgariya jinan e. Hêzên paşverû şîdeta rêxistinkirî ne û dixwazin jinan bê îrade bihêlin. Têkoşîna jinan li Rojava ne tenê têkoşîna jinên Kurd e. Ev têkoşîn têkoşîna hevpar a hemû jinan e."
Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.







