Platforma Dêrsimê: Feraseta DAIŞ'ê didome

  • 15:56 20 Çile 2026
  • Rojane
DÊRSIM - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê têkildarî êrişên ser Rojavayê daxuyanî da û wiha got: “Feraseta DAIŞ'ê didome.” 
 
Bi banga seferberiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Kurdistan, Tirkiye û gelek welatan maş û daxuyanî tên lidarxistin. Platforma Ked û Demokratiyê ya Dêrsimê li dijî êrişên çeteyên girêdayî HTŞ'ê û Tirkiyeyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Gelê Rojava ne bi tenê ye, Rojava bi berxwedan û azadiyê dijî, teslîm nayê girtin” hat vekirin. Di daxuyaniyê de Hevserokê Platforma Ked û Demokrasiyê Ozcan Ateş û Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordû axivîn.
 
Ayten Kordû di bal kişand ser dîroka komkujiya Dêrsimê û wiha got: “Em feraseta DAIŞ'ê di komkujiya Dêrsimê de nas dikin. Feraseta komkujiya Dêrsimê niha jî berdewam dike.”
 
Di daxuyaniyê de hat gotin ku êrişên ser gelê Kurd û gelê li herêmê xeteriyeke mezin e û wiha hat gotin “Hêzên navneteweyî jî perçeyê van êrişan in. Gelê Dêrsimê bi Rojavayê re ye. Êrişên li dijî gelê Rojavayê bidin sekinandin.”