Tulay Hatîmogullari: Silav ji jinên berxwedêr re

  • 13:21 20 Çile 2026
  • Rojane
MÊRDÎN - Hevseroka Giştî yê DEM Partiyê Tulay Hatimogulları di civîna xwe ya komê a li ser sînorê Nisêbînê de axivî û got: "Em bang li hemû rewşenbir, rojnameger, nivîskar û hemû beşên civakê û yên demokratîk dikin. Em bi hev re li dijî vî şerî derkevin û ji vî şerî re bêjin bes e. Ji bo me Rojava azadiya jinê ye. Silav ji jinên Berxwedêr re. Bi hezaran silav.” 
 
Hevserokên DEM Pariyê Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan, bi boneya komkujiya li ser Rojava şermezar bikin civîna xwe ya komê li ser sînorê Nisêbînê li dar xistin. Bi deh hezaran kes beşdarî meşê bûn. Piştî meşê Hevserokan civîna xwe pêk anî.
 
Ewil Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogullari axivî û helwesta medya tirk şermezar kir û got: “Di serî de medya tirk û hawiz gel şaş agahdar dike. Dibêjin Rêveberiya Rojava li gorî peymanê tev negeriya. Ji kok ve ev derew e. Yên ku vê peymanê binpe dikin çete ne. Komên selefî yên ku hêzên navdewletî piştgiriyê didin wan in.”
 
‘Êdî bes e’  
 
Tulay Hatimogullari anî ziman ku li li Sûriyeyê rageşî û şer didome û wiha berdewam kir: “Lê wekî ku HSD'ê li dijî Tirkiyeyê şer daye destpêkirin bertekan nîşan didin. Yên dibêjin em xwişk û bira ne, yên destê xwe dirêj dikin, Kurdan wekî welatiyan nabînin. Rayedarên hikûmetê daxuyaniyê dide û dibêje HSD darbeyê li pêvajoyê dixe. Ev kesana pêvajoyê berovajî dikin. Serokkomar Erdogan dibêje, ‘Ez HTŞ'ê pîroz dikim. Em ji Erdogan dipirsin. Gelo ji bo HTŞ kurdan qetil dike tu wan pîroz dike. Tu çi pîroz dike. Bi salan e em dibêjin aştiya navxweyî pêş bixin. Lê di van rojên ku em qala aştî û aramiyê dikin. Li Sûriyeyê kurd tên qetil kirin. Yên ku hestên kurdan fam nekin, nikarin aramiyê pêş bixin. Kurd îro li ser piyan e. Ji 7 salî heta 70 salî tev li ser piyan e. Yên ku pêvajoyê xera dikin hûn nin. Dest ji vê xerakirina pêvajoyê berdin. Êdî bes e. Êdî bes e.”
 
‘Bi deh hezaran welatî kuştin’
 
Tulay Hatimogullari, hedefgirtina Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Gulistan Koçyîgît jî şermezar kir û got: “Em dibêjin hûn xwe bi xwîn û şer xwedî dike. Em dibêjin gelo heta çend kurd bên kuştin dê wîcdanê re rehet bibe. Em destûr nadin ku hûn Hevserokên me û wekilên me bikin hedef. Îro li Sûriyeyê Rêveberhiya Şamê ji roja hatiye ser kar heta niha li Laskiye, Şam û bajarên din elewî û durzî tên kuştin. Piştre xwişk û birayê me yên Elewî hatin kuştin. Bi deh hezaran mirov qetil kirin. Niha dixwazin li Rojava komkujiyê pêk bînin. Em bi hevre bêjin “Ji Komkujiya Rojava re na.” Em bi hevre li dijî komkujiyê rawestin.”
 
‘Silav ji jin û têkoşîna demokratîk re’ 
 
Tunay Hatimogullari, destnîşan kir ku li pişt van komên çete û êrîşkar heza navneteweyî heye û got: “Em dizanin li dijî Kurdan û Rojava  komployeke din di meriyetê de ye. Em ji serî de dibêjin, bila Tirkiye bi vîna siyasî ya Rojava û Sûriyeyê re hevdîtinê bikin. Lê we her tim xwe paşeve kişand. Li şûna wê kurdan qetil dikin. Divê her kes bizanibe ku Kurdên Rojava ne bi tenê ne. Em bang li hemû cîhanê û hêzên nanvdewletî û parazvanên mafên mirovan û kesên li dijî komkujiyê dikin. Em bang li hemû kesan dikin ku komkujiya li Sûriyeyê rawestin. Em bang li hemû rewşenbir, rojnameger, nivîskar û hemû beşên civakê û yên demokratîk dikin. Em bi hevre li dijî vî şerî derkevin û ji vî şerî re bêjin bes e. Ji bo me Rojava azadiya jinê ye. Rojava dijberiya DAIŞ'ê ye. Rojava têkoşîna demokratîk e. Silav ji Rojava re. Silav ji jinên Berxwedêr re. Bi hezaran silav.”
 
Kurd tu carî teslîm nabin
 
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî axivî û wiha got: “Tenê partiya ku car caran civînên xwe li bajarên din li dijî nehehî û bêhiqûqiyê dike partiya me ye. Yên ku ev roj ava kirine em wan şermezar dikin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komkujî heye. Komên selefî bi dehan jin û zarokan dikujin. Yên van koman diparêzin, hêzên navdewletî wan diparêzin. Li Rojava Kurd bi tenê ne. Lê cîhan tev bûne yek. Cîhan li dijî Kuradan komkujiyê dikin. Dixwazin Kurd bê ziman, bê çand û bê ziman bijîn. Em wekî duh îro jî, li gel gelê Rojava yên ku ji bo ziman, çand û nasnameya xwe têdikoşin in.”
 
Li  Rojava berxwedan 
 
Tuncer Bakirhan, da zanîn ku wekî duh îro jî li tenişta civaka durzî û elewî radiwestin û wiha berdewam kir: “Rojava ne tenê parçeeyekî axê ye. Di heman demê de Rojava hêvî, berxwedan e. Em destûrê nadin hûn wê heviyê bikujin. Em ê careke din biqîrin ku ji bo yekîtiya gelan têbikoşin.”
 
Tuncer Bakirhan, helwesta dewletê ya înkar û îmhayê bi tundî rexne kir û wiha berdewam kir: “Dibêjin bila kurd bi zimanê xwe neaxivin. Bi zimanê xwe perwerde nebin. Dibêjin bila Kurd teslîm bibin. Lê em destûr nadin ku gelê me yên li Rojava bêrûmet bijîn. Yên ku dixwazin Kurd bê ziman, bê nasname bijîn em ji wan re dibêjin dest ji vê hewldanên xwe berdin. Rejîmê li Helebê kemîn danî. Kemîneke bêbext pêk anî. Piştî şervanan xwe paşve kişand. Kurd qetil kirin. Yê ku peymana 10ê Adarê binpê kir, Şara û Şam e. Lê bila her kes baş zanibe ku heta yek kurd hebe dê vê dijminantdiya li dijî Kurdan ji bîr nekin.”
 
‘Kurd teslîm nabin’ 
 
Tuncer Bakirhan da zanîn ku beyî şerm bikin dibêjin kurd û tirk xwedî qederek in û wiha lê zêde kir: “Li aliyekî destê aştiyê dirêj dikin, li aliyê din komkujiyî dikin. Li Rojava qetil dikin. Dest ji vê dirûtiyêberdin. Dewlet Bahçelî qala yekîtiya qederê dike. Em dibêjin yekîtiya qederê wer nabe. Yên ku kurdan dijmin dibînin nikarin qala yekîtiya qederê bikin. Erdogan dibêjin qewm nexweşiye. Ka qewmtî. Hûn dibêjin rûmeta kurdan. Lê eger hûn qala rûmeta kurdan dikin, çima dema selefî û îslamîst serê jinên kurd jê dikin û wan dikujin, tu dengê xwe nake? Kurd hezar sal in teslîm nebûn, ji niha û şûnde tu carî teslîm nabin. Hemû kesên dibêjin kurd bê nasname û statu, rîyakar in. Li aliyekî hûnê bêjin xwişk û biratî, li aliyê din hûnê bibêjin bê nasname û statu. Êdî bes e. Aştî ji bo her kesî dide qezeckirin. Li Tirkiyeyê 25 milyon kurd hene. Kurd vê yekê qebûl nakin. Di vê saeta ku em civîna xwe dikin de êrîşî ciwanan dikin. Tu kes nikare vê xwinê zuha bike û bişo.
 
Roj roja yekîtiyê ye 
 
Ez bang li 50 milyonan kurdên li cîhanê dikim. Roj roja yekitiyê ye. Roj roja hevgirtin û tevgirtinê ye. Em dikarin bi piştevanî û yekîtiye dikarin rê li pêşiya komkujiya van selefiyan bigirin. Li dijî kesên ku dixwazin kurdan tune bikin, bibin yek. Bahçelî dibêjin HSD kurdan temsîl nakin. Tu nikare biryara vê yekê bide. Tu kes testûr nade ku tu bibêje kî kê temsîl dike. Ev ne erka te ye. Li rojava komkujî heye. Erka me ew e ku em vê komkujiyê rawestînin.  Kurd diwazin wekî mirovan bijîn.”
 
Dema axaftin dihat kirin bi deh hezaran girse meşiyan ser sînor.