Ji Meclisa Gel a Şêxmeqsud banga lezgîn
- 17:29 10 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Gel a Şêxmeqsûd bang li tevahiya şêniyên taxê kir ku dakevin kolanan û berê xwe bidin Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir.
Li hemberî metirsiya komkujiyê ya li Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir ku ev 3 rojin komên çeteyan bi hemû cure çekên giran êriş dikin, Meclisa Gel a Şêxmeqsud bang li gel kir.
Di banga ku bi awayekî nivîskî hate belavkirin de wiha hat gotin: “Em bang li tevahiya gelê xwe yê Şêxmeqsud dikin ku derkevin kolanan û berê xwe bidin Nexweşxaneya Xalid Fecir û li derdora birîndarên xwe kom bibin.







