Ji bo Sakîne, Fîdan û Leylayê li Wêranşarê bîranîn
- 16:02 10 Çile 2026
- Rojane
RIHA - Meclîsa Ciwanan a Rihayê ya DEM Partiyê jinên li Parîsê hatine kuştin bi bîr anî û soza xwe ya ji bo zindî hiştina têkoşîna wan dubare kir.
Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gel (DEM Partî) a Rihayê ji bo Sakine Cansız, Fidan Doğan û Leyla Şaylemez ku di sala 2013'an de li Parîsê hatibûn kuştin, merasîmek bîranînê li dar xist. Gelek kes beşdarî merasîmê bûnku li avahiya navçeya Weranşar a DEM Partiyê pêk hat. Wêneyên Sakine Cansız, Fidan Doğan û Leyla Şaylemez li holê hatin daliqandin û mûm hatin vêxistin.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Piştre sînevîzyoke ku jiyan û têkoşîna jinên ku hatine kuştin nîşan dida, hate temaşekirin.
'Wan nîşan da ku jin kirdeya têkoşînê ne'
Piştî nîşandana sînevîzyonê, Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Hêvîdar Temel, jinên kuştî bi bîr anîn û got, "Sakîne Cansız, Fîdan Doğan û Leyla Şaylemez di tevahiya jiyana xwe de li dijî nedîtin, bêdengkirin û înkarkirina jinan têkoşîn dan. Wan nîşan da ku jin ne tenê qurban in, lê di heman demê de kirde ne ku ew beşek ji îradeya ku dîrokê diguherîne ne. Êrîşa li ser van her sê jinan berhema tarîtiyek rêxistinkirî ye ku li dijî têkoşîna azadiya jinan, daxwaza aştiyê, nirxên demokratîk û hêviya jiyana bi hev re ya gelan tê kirin."
Bîranîn bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.







