Hunermenda Kurd Mehsa Zareî hate binçavkirin
- 10:26 3 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Mehsa Zareî ya ji Kirmanşahê ku xebatên çandî dide meşandin, duh li cihê kar bêyî tu biryarek a darazê ji aliyê yekîneyên ewlehiyê ve hate binçavkirin. Sedemê binçavkirin û cihê ku lê tê girtin nehat aşkerekirin.
Mehsa Zareî ku li Îranê bi xebatên xwe yên çanda Kurdî tê nasaîn, duh li Kirmanşanê hêzên ewlehiyê ser cihê wê yê kar de girtin û ew binçav kirin. Li gorî agahiyên hatine bi destxistin, di dema kar û barê binçavkirinê de bêyî biryarekê Mehsa Zareî birine cihek ne diyar.
Derbarê hinceta binçavkirin, cihê lê tê girtin û rewşa hiqûqî, heta niha ti daxuyaniyek nehate dayîn. Malbat û kes û karên wê diyarkirin ku ji rewşa wê bi fikarin, hate zanîn ku hewldanên derbarê mijarê de, bê encam mane.







