Rêveberiya Xweser 1'ê Çileyê kir betlane

  • 14:39 30 Kanûn 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku 1'ê Çileyê kiriye betlaneya fermî.
 
Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryarnameyek derxist.
 
Di biryarnameyê de hatiye gotin, bi boneya serê salê hemû sazî û dezgehên giştî yên girêdayî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê roja pêncşemê 1’ê Çileya 2026’an dikin betlane.
 
Li gorî biryarnameyê saziyên ku pêdiviya wan bi berdewamiya kar heye di biryarnameyê de cih nagirin.