Girtiyên siyasî yên li girtîgeha Evîn nayên derman kirin

  • 12:08 27 Kanûn 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komîsyona Jinan a Encûmena Parastina Neteweyî ya Îranê ragihand ku rewşa girtiyên siyasî yên jin yên li girtîgeha Evînê xirabe. Hat gotin ku girtî nayên derman kirin û ev yek rewşa girtiyên bi temen û nexweşên demdirêj dixe nava metirsiyê.
 
Komîsyona Jinan a Encûmena Parastina Neteweyî ya Îranê di derbarê rewşa giriyên siyasî yên jin yên li girtîgeha Evînê de daxuyaniyek parve kir.
 
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku 60 girtiyên siyasî yên jin di girtîgeha Evînê de rûbirûyê pirsgirêkên tendirustiyê bûne. Her wiha girtî bi zanebûn nayên dermankirin û ev yek jî rewşa girtiyên bi temen û nexweşên demdirêj dixe nava metirsiyê de.
 
Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku rewşa tendirustî ya girtiyên bi navên Fatma Ziyabî, Şiwa Îsmaîlî, Merziye Farsî, Îlahî Fuladî, Tahîre Nûrî û Fewrux Teqî Pur di metirsiyê de ne.