‘Bêyî qanûnên azadiyê entegrasyona demokratîk ne pêkan e’

  • 09:02 27 Kanûn 2025
  • Rojane
Buşra Turan
 
WAN - Parêzer Hulya Çelîk Sonmez da zanîn ku pêkanîna qanûnên azadiyê asta demokratîkbûna welat diyar dike û got tevî ewlehiya destûra bingehîn azadiya fikr û ramanê, azadiya çapemeniyê, mafê jinan pêk nayê û got entegrasyona demokratîk bi qanûnên azadiyê dikare pêk bê.
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27’ê Sibatê de da zanîn ku ji bo aştiya civakî divê zemîna hiqûq, azadî û siyaseta demokratîk bê avakirin. Abdullah Ocalan da zanîn ku civaka demokratîk bi qanûnên azadiyê dikare bê avakirin û mafên nekevin bin ewlehiya qanûnî wê mayînde nebin. Komîsyona li meclîsê hat avakirin xebat temam kir, tevî ku partiyan rapor pêşkêş kir hîn sereratkirinek qanûnî neketiye jiyanê.
 
Parêzer Holya Çelîk Sonmez der barê entegrasyona demokratîk û qanûnên azadiyê de axivî.
 
‘Qanûnên azadiyê mafên mirovahiyê dihewîne’
 
Hulya Çelîk Sonmez da zanîn ku qanûnên azadiyê ji bo civakên demokratîk girîng in û got: “Li gorî qanûn û destûra bingehîn ev qanûnên ku maf û azadiyan dihewîne ne. Qanûnên azadiyê azadiya çapemeniyê azadiya fikr û ramanê dihewîne. Mafê herî esas ên mirovahiyê dihewîne. Pêkhatina van qanûnan demokratîkbûna welat jî nîşan dide. Lê em vê li welatê xwe binirxînin, divê maf di bin destûra bingehîn û qanûnî de be lê ev maf pêk nayê."
 
‘Divê sererastkirinên qanûnî bên kirin’
 
Hulya Çelîk Sonmez pêvajoya der barê demokratîkbûna Tirkiyeyê û qanûnên azadiyê de nirxand û wiha anî ziman: “Em di alî qanûnên azadiyê de ji ser sala dawî dikarin pêvajoya demokratîkbûna Tirkiyeyê vebêjin. Komîsyonek di çarçoveya vê de li TBMM’ê hat avakirin. Komîsyonê xebat temam kir. Partiyên siyasî ji bo sererastkirina qanûnan rapor dan. Di raporan de tê îfadekirin ku sererastkirinên qanûnî ferz in lê di heman raporan de hîna înkara Kurdan tê nîqaşkirin. Ev jî nîşan dide ku xebatên hatine meşandin negihiştine armanca xwe. Ji ber vê divê ev pêvajo di zemîna hiqûqî û qanûnî de bê rûniştin. Divê sererastkirinên qanûnî bên kirin.”
 
‘Tundiya li ser jinan bi qanûnên azadiyê dikarin bên rakirin’
 
Hulya Çelîk Sonmez her wiha destnîşan kir ku qanûnên azadiyê di alî demokrasî û wekheviyê de girîng in û yek ji esasa demokratîkbûnê pêkanîna qanûnên azadiyê ne. Hulya Çelîk Sonmez wiha dirêjî dayê: “Ji bo em behsa demokratÎkbûnê bikin divê qanûn hebin. Heta ev qanûn tunebin pêkhatina entegrasyona demokratîk ne pêkan e. Yek ji pirsgirêka giran a civakê tundiya li ser jinan e. Ji ber vê qanûnên azadiyê ji bo wekheviya zayendî jî şert e. Tundiya li ser jinan bi qanûnên azadiyê dikarin bên kêmkirin.”
 
‘Hîna jî behsa qanûnên înkar û tasfiyeyê dikin’
 
Hulya Çelîk Sonmez wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo mayîndebûna demokratîkbûnê zemîna qanûnî ferz û şert e. Em li mînakên cîhanê binêrin. Di pêvajoyên aştiyê de ji bo pêkhatina entegrasyonê divê teqez zemînek qanûnî bê avakirin. Komîsyona meclîsê peywira xwe temam kir, rapor hatin pêşkêşkirin lê hîna behsa qanûnên înkar û îmhayê tên kirin. Divê ji bo hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn qanûnên azadiyê bên avakirin û bigihêje zemîna qanûnî.”