ROJEVA 09'Ê MIJDARA 2025'AN

  • 09:00 9 Mijdar 2025
  • Rojev
 
*Akademisyen Sevda Alankuş diyar kir ku rojnamegeriya şer, zimanekî ye ku jinan bêbandor dike û rojnamegeriya kevneşopî ji vê yekê derdikeve holê û tekez kir ku rojnamegeriya aştiyê ku balê dikişîne ser jinan û mafên wan, hilbijartinek exlaqî û siyasî ye. BI DÎMEN
 
*Endama Komeleya Jinan a Star Leyla Abukan, li ser zêdebûna tundiya li ser jinan, diyar kir ku tundiyar li dijî jinan pirsgirêkek civakî ye û got, "Çareserî ne tenê bi cezakirinê, bi perwerde û veguherîna civakê pêkan e. Civakek aştiyane ku ji hêla jinan ve tê rêvebirin, dê li ser bingeha wijdan, edalet û wekheviya zayendî be." DÎMEN HEYE