Parlamentera HDP’ê ya bere Smra Guzel bi Tilîliyan hat pêşwazîkirin

  • 21:39 8 Mijdar 2025
  • Rojane
AMED - Parlamentera berê ya HDP’ê ya Amed Semra Güzel ku vê dawiyê hatibû berdan, li Amed bi dirûşmeyên "Jin jiyan azadi"û qîrîna  hate pêşwazîkirin.
 
Parlamentera berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amed Semra Güzel ku di çarçoveya dozek 2017’an de li dijî wê parêzbendiya wê hatibû rakirin û di 3’ê Îlona 2022’an de hatibû girtin, di rûniştina dawî ya 3’ê Mijdarê de bi şertê kontrola edlî hate berdan. Piştî ku ji Girtîgeha Jinan a Kandirayê hate berdan, Semra Güzel li balafirgeha Amed ji aliyê jinan ve hate pêşwazîkirin.
 
Di pêşwazîkirinê de malbata Semra Güzel, Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ( DEM Partî), rêxistinên bajar û navçeyên Amed ên DEM Partiyêû Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Federasyona Komeleyên Piştgiriya Hiqûqî ya Malbatên Girtî û Hukumxaran (TUHAD-FED) û rêxistinên civaka sivîl amade bûn.
 
Semra Guzel bi gul, tlîlî û dirûşmeya "Jin jiyana azadi" hate pêşwazîkirin.