Li Amedê hevdîtina ‘Ber bi bajarên jinan ve’

  • 11:18 8 Mijdar 2025
  • Rojane
AMED - Li Amedê hevdîtina bi dirûşma “Ber bi bajarên jinan ve” tê lidarxistin dest pê kir. Jinan di hevdîtinê de bal kişand ser girîngiya pêvajoya “Aştî û civata demokratîk.”
 
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi dirûşma “Ber bi bajarên jinan ve” hevdîtina li Çand Amedê li dar dixe. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, aktîvîstên TJA'yê, Dayikên Aştiyê û gelek nûnerên partiyê siyasî û saziyên sivîl beşdarî hevdîtinê bûn. 
 
Di hevdîtinê  de dê gelek mijar bên nîqaşkirin. Mijarên ku bên nîqaşkirin ev in; “Bajarên jinan û azadî tê çi wateyê?”, “Di avakirina bajarên jinan de peywîrên me çi ne”, “Bajarên jinan tên çi wateyê?” Her wiha jinan di konferansê de bal kişandin ser girîngiya pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” û rol û mîsyonan jinan.
 
Bernameyê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştî axaftinên destpêkê bername ji çapenemiyê re girtî berdewam kir.