Li Mehnûş Abdullahî cezayê girtîgehê hat birîn
- 12:27 8 Mijdar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li aktivîsta sivîl Mehnûş Abdullahî ya li Şîrazê dijî, ji aliyê dadgeha temyîzê ve 3 sal cezayê girtîgehê û 6 sal jî yê paşxistî hat dayîn.
Aktivîsta civaka sivîl a Şîrazî Mehnûş Abdullahî, berê ji aliye Şaxa Yekem a Dadgeha Şoreşê ya Şîrazê ve bi hinceta ku di “12 rojên şer de ji bo destekdayîna Îsraîlê xebatên çandî û medyayê meşandine” 5 sal cezayê girtîgehê û bi sûcdariya li ser medyaya dîjîtal propagandaya li dijî Komara Îslamê ya Îranê jî salek cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Le Dadgeha Temyîzê ya Farsê, vî cezayê weke 2 sal ê tekezbûyî û 6 sal ê paşxistî guherand.
Li gorî biryara dadgeha Temyîzê, 5 sal cezayê ku Mehnûş Abdullahî bi hinceta “Di 12 rojên şerê Îsraîlê de ji bo destekdayîna Îsraîlê xebatên çandî û medyayê meşandine” cezayê 5 salan ê girtîgehê weke 3 sal girtîgeh û 4 sal jî girtina paşxistî hat kêmkirin.
Li ser sûcdariya “Propagandaya li dijî Komara Îslamê ya Îranê” dadgehê biryara berê erê kir û salek cezayê girtîgehê yê tekezbûyî lê birî. Her wiha bi sûcdariya “Heqareta li pîroziyên olî” biryara 2 sal cezayê girtîgehê yê paşxistî hat dayîn.
Bi vê yekê der barê Mehnûş Abdullahî de bi giştî 3 sal cezayê girtîgehê û 6 sal cezayê paşxistî hat dayîn. Li gorî rêbaza bihevrebûna cezayan, cezayê herî giran 2 sal ê girtîgehê dê were pêkanîn.
Mehnûş Abdullahî ya 42 salî, li Şîrazê dijî. 2’yê Tîrmeha 2025’an hatibû girtin, piştî ku 12 rojan li Girtîgeha Adilabad a Şîrazê di bin çavan de ma di 23’yê Tîrmehê de bi kefaleta 2 milyar 500 milyon tumenî bi demborî hatibû berdan.







