Îlham Ehmed: Ragihandina jin xwedî roleke girîng e
- 12:49 8 Mijdar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed di konferansa YRJ’ê de axivî û got: “Eger îro jinên di ragihandinê de li vir kom bûne û biryar dane bibin dengê jinan û gelên bindest, ev gelek girîng e."
Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) konferansa xwe ya 4'emîn, bi dirûşma “Bi mezinkirina YRJ'ê em ê nibin dengê şoreşa jinê” li dar dixe. Konferans li hola Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo yê kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê lidarxistin.
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê Îlham Ehmed di konferansa 4’emîn a YRJ’ê de axivî.
'Ragihandina jin xwedî roleke girîng e'
Îlham Ehmed konferansa YRJ’ê pîroz kir û got: “Di serdema nû de, rola ragihandinê bi taybetî rola jinan xwedî wateyek girîng û jiyanî ye. Di dîroka gelê Kurd û Rojhilata Navîn de, di vê serdema şoreşê de ragihandina jin xwedî roleke girîng e. Di dîroka mirovahiyê de têkoşîna û cihgirtina wê di şoreşan de derneketiye holê. Ji ber ku hêzeke ku dengê heqiyê derxîne holê çênebûye. Eger hîna maf û rola jinan rojev e, sedemek jî ev e. Eger îro jinên di ragihandinê de li vir kom bûne û biryar dane bibin dengê jinan û gelên bindest, ev gelek girîng e. Em jinên ku ji bo têkoşîna jinan şehîd bûne bi bîr tînin, em ê li ser rêya wan a heqîqetê bimeşin. Îro di nava şerên dijwar û qeyrana Rojhilata Navîn de jinan dengê xwe bilind kiriye û gelek caran bûne qurbaniya siyasetên tên meşandin. Lê îro ji ber ragihandin rola xwe dilîze dikare bibe dengê jinan. Îro Sûriye di çareserkirina aloziya Rojhilata Navîn de navend e. Ji ber wê demeke dirêj hêzên derve li ser Sûriyeyê destwerdan kirin. Ne tenê destwerdana derve, eger evqas destwerdan û alozî di hundir de çêbûn, pirsgirêka esasî ya hindirê Sûriyeyê ye. Pirsgirêka destpêkê ya desthilata Sûriyeyê ye ku yekrengî bû, dixwest dengê gelan û jinan tune bike. Sedema bingehîn a aloziya Sûriyeyê kûr kir û hişt hêzên derve destwerdan bikin ev bû.”
'Pirsgirêkên heyî çareser nebûne'
Îlham Ehmed bal kişand ser kiryarên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û wiha axivî: “Niha desthilatek nû hat. Herkes li benda nûbûnekî bû. Nûbûn çawa çêdibe, dema ku hevbeşiya rêveberiyê, mafê jinan û gelan bihata mîsogerkirin ev dibû Sûriyeyek nû. Lê heta niha rêveberî û pêvajoyek demkî heye. Li gel ku li Peravê û Siwêyda alozî çêbûn, kesên bi darê zorê hatine koçberkirin venegeriyaye. Pirsgirêkên heyî çareser nebûne, lê hêzên derve dixwazin bi lez û kurtayî çareser bike. Niha pêvajo derbasî Washingtonê dibe. Rêveberên hikumetê di lîsteya terorê de ne, ji lîsteyê derxistin, hewl didin cezayan rakin. Em dixwazin ceza werin rakirin, lê divê guhertin bên kirin. Diyaloga hindirîn gelekî lewaz e. Ji bo vê parlementoyek tê amedekirin, lê hinek beşên Sûriyê beşdar nebûne. Tiştên kêm hene, mafê gelan nehatine naskirin. Ji ber wê gelek tiştên kêm hene. Divê diyalog bê pêşxistin û destûra hatî çêkirin bê sererastkirin. Em van peyaman ji aliyên derve û hindir dibêjin. Em rast dibînin ku ceza werin rakirin, em tevayî ji van cezayan zehmetiyan dikişînin, girînge bên rakirin. Lê divê dengê jinan û gelan bên bihistin. Jin heta niha rastî zordariyê tên. Dengê jinan di Sûriyê de gelek girînge li dijî van kiryaran. Em di derbarê muzekereyan de, danûstandin tên kirin. Gavên girîng hatine avêtin. Dema vegera ji Washingtonê çêbibe, divê diyalog bidomin.”
'Em naxwazin qala şer bikin, em dixwazin aştî pêk bê'
Îlham Ehmed pêvajoya li Tirkiyê bîr anî û got: “Niha li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê pêvajoyek heye, aliyê Kurd û Rêber Apo gavên girîng, bi bawer avêtin. Lê di aliyê Tirkiyeyê de dudilî û tirsek heye. Ji çi ditirsin. Diyare destwerdan li ser vîna Tirkiyeyê çêdibe ku wan dide rawestandin. Em dixwazin îro bi Şamê de pirsgirêkên xwe çareser bikin. Em ji bo vê cidî ne. Divê Tirkiye jî gavên erênî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê biavêje. Eger li Tirkiyeyê aramiyek hebe, rola Tirkiyeyê di Sûriyê de pir giran û mezin e.” Ji bo vir jî çareser bibe, divê Tirkiyeye li wir jî gavan biavêje. Demokratîkbûn, naskirin mafê jinan û gelan ne Tirkiyê ne jî Sûriyê lewaz dike. Berovajî bihêz dike. Derveyî wê gefên ku ji nû ve rê li şeran veke, ji kesî re sûda wê nebe. Derket holê ku ji şer sûd ji kesî re dernakeve. Bila bê zanîn gel ne berxê qurbanê ye. Vîna gel a parastina xwe derketiye holê. Divê dewlet ji naskirina vîna gel vekirî be. Pêknehatina edaletê, tê wateya şer. Em naxwazin qala şer bikin, em dixwazin aştî pêk bê.”
'Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rê hatine qutkirin, armanca çi ye?'
Îlham Ehmed qala dorpêça li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir û wiha domand: “Niha li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rê hatine qutkirin, armanca çi ye? Desthilata Şamê dixwaze kê lewaz bike, îro dorpêça heyî li ser tevayî gelê Sûriyê ye ne tenê li ser Kurdan e. Eger cezadikin tevayî gelê Sûriyê ceza dikin. Niha wan jî îlan kir tevayî hêzên çekdar ên li Sûriyê di bin sîwana wezareta parastinê de ne. Wê demê tiştên çêdibin di ber pirsyariya wezareta parastinê de ye. Demdirêj rejîma Baas’ê heman tişt dan meşandin, ser neket û niha jî ser nakeve. Em dixwazin li vir bêjin, kes nikare dengê me qut bike. Ragihandina me ya azad heye, dikare xwe bigihîne tevayî cîhanê. Kêmaniyên me hene em di van konferansan de çareser dikin. Rgihandina me di salên şoreşê de rolek pir girîng lîstin û di vê oxirê de canê xwe dan. Îro pir girînge hêjmarek ji jinan ev rol girtiye ser milê xwe. Divê bihêztir beşdarî pêvajoya nû bibe, divê pêvajoyê de dê rêbaz û zimanê ragihandinê çawa be, emê çawa bikarin bibin dengê jinan û gelan bên xurtkirin.”







