‘Em ji bo azadiya jinan aştiyê dixwazin’

  • 09:04 27 Tebax 2025
  • Rojane
Elfazî Toral
 
STENBOL - Jinên Stenbolê behsa Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kirin û gotin, "Em ji bo hemû beşên civakê aştiyê dixwazin."
 
Bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo "Civaka Aştî û Demokratîk" di 27’ê Sibatê de, serdemeke nû ji bo gelên Tirkiye û Kurdistanê dest pê kir. PKK’ê di navbera 5 û 7’ê Gulanê de kongreya xwe li dar xist û fesihkirina xwe ragihand. Piştre, PKK’ê di 11’ê Tîrmehê de li Silêmaniyê merasîmeke dîrokî ya tunekirina çekan li dar xist. Lê ne gavavêtina dewletê baweriya gel bi aştiyê qels dike. Gelê Stenbolê tekez kir ku daxwaza wan di vê pêvajoya nû de aştî ye, di heman demê de diyar kir ku divê rêziknameyên nû yên qanûnî ji bo jinan werin amadekirin.
 
‘Ji bo ku aştî hebe, divê prensîbên exlaqî hebin’
 
Meryem Uçar bal kişand ser kuştinên jinan li Tirkiyeyê û tekez kir ku di pêvajoya nû de pêdivî bi sererastkirina qanûnê heye.  Meryem Uçar got, "Bi taybetî ez dixwazim jinên li Tirkiyeyê ji van kuştinan azad bibin. Ez dixwazim mirovên ku li vî welatî dijîn, bêyî ku nijada wan çi be, di nav aştî û wekheviyê de bijîn. Ez dixwazim şer bi dawî bibe û ez dixwazim mirina mirovên ku ji birçîbûnê dimirin bi dawî bibe. Divê serdestiya mêran tune be. Jin di gelek war û pîşeyan de jî serkeftinê bi dest dixin. Ez dixwazim mêr di her warî de rêzê li jinan bigirin. Pêdivî ye ku jin û mêr bi şert û mercên wekhev werin bijîn. Her ku diçe , kuştinên jinan zêde dibin. Ez dixwazim qanûn werin nûkirin û hîn hişktir bibin ji bo kujeren jinan. Ji bo ku aştî hebe, divê pêşî kes xwedî prensîbên exlaqî bin. Ez dixwazim pergala kapîtalîzmê bi dawî bibe. Ez dixwazim ku divê hêzên kolonyal dawî li şeran bînin."
 
‘Ez ji bo hemû beşên civakê aştiyê dixwazim’
 
Yeter Kunç, ku diyar kir ew ji bo hemû beşên civakê aştiyê dixwaze, got ku di pêvajoyek wisa de di warê qanûnî de sererastkirinên nû pêwîst in. Wê daxwaz kir ku qanûnên nû ji bo pêşîgirtina li kuştina jinan divê werin çêkirin. Yeter Kunç got, "Ez ji bo her kesî aştiyê dixwazim. Divê mêr rêzê li jinan bigirin. Divê jin êdî rastî tiştên wekî komkujiyan neyên. Ev cure tişt di nav Misilmanan de pirtir diqewimin. Em îdîa dikin ku em Misilman in, lê kuştinên jinan li welatê me herî zêde ne. Bila tiştên wisa çênebin. Ger cezayên hinekî dijwartir hebin, mirov dê bitirsin û em ê bûyerên weha nejîn. Ger aştî hebe, divê siyasetek ku di serî de jinan eleqedar dike were pêşxistin. Ez ji bo jinan aştiyê dixwazim."
 
‘Ez ji bo azadiya jinan aştiyê dixwazim’
 
Semra Dice got ku ew aştiyê dixwaze da ku civakek ava bike ku jin, zarok û zindî hemû bikaribin bi ewlehîtir bijîn. Sema Dîce wiha dirêjî dayê "Em li cîhanê aştiyê dixwazin,û em dixwazin ku zarok qet kenê xwe winda nekin. Ez bi rastî dixwazim ku cezayê mirinê li ser sûcdarên kuştina jinan were sepandin. Her çend cezayê mirinê nebe jî, divê cezayên dijwar li ser kesên ku êrîşî jin û zarokan dikin werin sepandin. Divê ew jin, zarok û hemû zindiyan rehet bihêlin. Ez aştiyê dixwazim da ku jin bikaribin bi azad û bê tirs bigerin."
 
‘Gavên berbiçav tune ne’
 
Funda Kuroglu, diyar kir ku divê gavên berbiçav werin avêtin da ku aştîyek çêbibe ku mirov bikaribin azad li gorî dilê xwe bijîn, û got: "Gavên berbiçav tune ne. Em hemû aştiyê dixwazin. Ez dixwazim zarokê xwe bi ewlehî bişînim derve, lê em ji bo vê yekê ti bingehek nabînin. Aştî ji bo jinan pir girîng e. Ji ber ku dema em derdikevin ewlehiya jiyana me jî tune ye. Li welatekî xweş, divê aştîyek hebe ku em bikaribin  azad  li gorî dilê xwe bijîn. Zemîna aştiyê li tu derê tune ye. Em hêvî dikin ku aştî çêbibe, lê ew qet nayê. Ew tiştan pêşkêş dikin, lê ew qet nayê. Ew ji bo aştiyê tu gavan navêjin. Ew tenê radiwestin. Ez her kesî vedixwînim  ji bo aştiyê."
 
‘Aştî her tim baş e’
 
Gonul Saglik Tunastepe jî got, "Aştî her tim baş e. Ez naxwazim kes di şeran de bimire. Ez naxwazim ciwan - Kurd, Tirk û tu kesên din bimirin û dayikên wan xemgîn bibin.”