
FEDA: Divê ji bo aştiyê tu kes bêdeng nemîne
- 14:03 26 Tebax 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - FEDA’yê bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanî peyamek weşand û got: "Ji bo aştiyeke adil, birûmet û demokratîk divê tu kes bêdeng nemîne û berovajî wê divê hemû kes di nava têkoşînê de cihê xwe bigire."
Federasyona Demokratîk a Elewiyan (FEDA) bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanî daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyêde hate diyarkirin ku banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê ya têkildarî xwefesixkirina PKK’ê û bidawîkirina têkoşîna çekdarî ji bo mirovahiyê pêngaveke gelekî girîng e.
FEDA’yê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku banga Rêber Apo piştî ku Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî silav da parlamenterên Kurd hatiye kirin û diyar kir ku ‘ev pêngaveke hêvîdêr ya guncanî 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanî ye.’ Her wiha da zanîn ku xwegîrokirina dewletê zirarê dide pêbaweriya pêvajoyê.
Di daxuyaniyê de destûrnedayîna axaftina bi Kurdî ya Dayîkên Aştiyê, vekirina mizgeftan a li cihên seredana Elewiyan û tunekirina cihên pîroz ên ji ber kiryarên lêgerîna madenan hatin rexnekirin û hate diyarkirin ku ev kiryar li dijî pêvajoya aştiyê ne. Her wiha hate îfadekirin ku êrîşên li ser Rojava bûne sedema tevlihevî û nediyariyê.
FEDA’yê di dewama daxuyaniya xwe de da zanîn ku lezgîntirîn hewcehiyên Tirkiyeyê aştî, demokrasî û wekhevî ne û ev bang kir: "Em ê dev ji têkoşîna xwe ya ji bo aştî, demokrasî û wekheviyê bernedin. Bêyî xwişk-biratiya gelan û azadiya baweriyan aştî pêk nayê. 1’ê Îlonê ew roj e ku li hemberî şeran, cudakarî û zextê banga ‘’lihevkirin, wekhevî û aştiyê’’ bi dengê herî bilind tê kirin. Em ji vir bang li ciwan, jin û rêxistinên ekolojîk; Mafên Mirovan ên Ewropayê, akademîsyenên demokrasîxwaz, hunermend û çapemeniyê dikin. Ji bo aştiyeke adil, birûmet û demokratîk divê tu kes bêdeng nemîne û berovajî wê divê hemû kes di nava têkoşînê de cihê xwe bigire."