
Jin li Pirsûsê meşiyan
- 22:04 24 Tebax 2025
- Rojane
RIHA – Li Rihayê di çarçoveya "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" de meşek hate lidarxistin. Di meşê de hate destnîşankirin ku divê Komîsyon rêzê li gel û zimanê wan bigire.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li navçeya Pirsûs a Rihayê di çarçoveya "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" de meşek li dar xistin. Girseya ku li Rêxistina Navçeya Pirsûsê ya DEM Partiyê civiya, berî meşê belavok belav kirin û banga meşê kirin. Piştre meşvan ji Navenda Çanda Amara ber bi Meydana Bajarê Pirsûsê ve çû.
Piştî meşê, Hevseroka bajarê Riha ya DEM Partiyê Ayşe Surucu axivî û diyar kir ku ew di serdemeke girîng û dîrokî re derbas dibin û got, "Pêvajoyê bandor li Tirkiye û Kurdistanê kiriye. Em têkoşîna 'Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk' jî berfireh dikin. Di komîsyona parlementoyê de nîqaş berdewam dikin. Herî dawî, me bi Dayikên Aştiyê re hevdîtin kir, lê destûr nehat dayîn ku ew bi Kurdî biaxivin. Em vê yekê qebûl nakin. Em ê heta dawiyê ji bo aştî û çareseriyê şer bikin."
Piştre, Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezai Temelli bi bîranîna kesên ku di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dane dest bi axaftina xwe kir. Sezaî Temelli diyar kir ku heta ku aştî neyê Tirkiyeyê ti pirsgirêk çareser nabe.
Meş bi çepik û dirûşman bi dawî bû.