Li Qoserê daxwaza jinan: Bila serokatî azad bibe

  • 09:04 15 Tebax 2025
  • Rojane
Pelşîn Çetînkaya
 
MÊRDÎN - Jin bi bernameya "Aştî û civaka demokratîk" ya ku bi dehezaran kes tevlibûn de axivîn û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalankirin kirin û gotin azadiya gelê Kurd ji azadiya Abdullah Ocalan derbas dibe.
 
Piştî banga "Aştî û civaka demokratîk" ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê sibatê de kir şûnde Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo pêvajoyê ji gel re vebêje û nîqaş bike civînên gel pêk anî û niha jî bernameyên girseyî pêk tînin. Di vê çarçoveyê de li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bernamyên ‘Aştî û civaka demokratîk’ pêk tên. Bername bi tevlibûnên xurt pêk tên.
 
Jinên tevli bernameya li Qoser a Mêrdînê bûn daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.
 
‘Serokatiya me azad nebe gelê Kurd jî azad nabe’
 
Guler Onay da zanîn ku ji bo aştî û demokrasiyê hatine gel hev û wiha domand: “Pêvajoyek hat destpêkirin. Rêberê me gav avêt lê dewletê hîna navêtiye. Girtiyên cezayên wan temam bûne nayên berdan. Me tiştên ku ket ser milê me kir. Gelê Kurd aştiyê dixwaze.Dayik ji berê de destê aştiyê dirêj dikin. Em dixwazin dewlet gavê bavêje û aştiyê dixwazin. Bila girtiyên nexweş berdin. Ev gav neyên avêtin wê aştî çawa pêk bê?Em niha dibêjin azadî lê bêyî azadiya serokatiya me gelê Kurd jî azad nabe.”
 
‘Abdullah Ocalan rêberê Gelê Kurd e’
 
Semra Şahîn jî destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de gavên xweş hatine avêtin û wiha pê de çû: “Bila girtî bên berdan. Li ser girtiyan zext hene. Em hemû, dayikên aştiyê banga aştiyê dikin. Divê dewlet gavê bivêje. Em hemû aştiyê dixwazin. Bêyî azadiya Abdullah Ocalan aştî ne pêkane. Divê ewil ew azad be ku em hemû azad bibin. Abdullah Ocalan rêberê gelê Kurd e.”
 
‘Em aştî û wekheviyê dixwazin’
 
Îdê Erîş jî bi lêv kir ku ew aştî û wekheviyê dixwazin û got bila êdî dayik negirîn û xwîn nerêje.
 
‘Bila aştî pêk bê’
 
Koçer Uçar jî wiha anî ziman: “Em wekheviyê aştiyê dixwazin. Bila girtî bên berdan, dayik negirîn. Bila xwîn nêrêje. Ger em xwişk û bira bin divê aştî jî pêk bê. Divê Rêber Apo azad be û ji Îmraliyê derkeve.”
 
Selma Şahîn jî balkişand ser pêvajoyê û ev tişt anî ziman: “Tiştekî em winda bikin tune ye. Bila dewlet gavê bavêje. Kurd ne terorîstin. Bila dest ji van gotinan berdin. Baweriya me bi me heye lê bi desthilatdariyê tune ye. Bi salane şer heye. Bila êdî ev xwîn bê rawestandin. Em ziman, nasname û axa xwe dixwazin.”
 
‘Em ji bo her kesî aştiyê dixwazin’
 
Selva Erdem jî wiha anî ziman: “Em aştiyê dixwazin. Em koletiyê naxwazin. Em dixwazin ku gavên xweş bên avêtin. Bila girtiyên nexweş bên berdan.”
 
Hamdiye Aksoy jî wiha got: “Em dayikên aştiyê dixwazin girtiyên nexweş bên berdan. Bila serokatiya me azad be. Em dixwazin li ser axa xwe azad bin.”