Li girtîgeha Bakirkoyê binpêkirinek nû: Tundiya kameraya berestû

  • 09:03 7 Tebax 2025
  • Rojane
Elfazî Toral
 
STENBOL - Endama OHD’ê Parêzer Gazel Kulug da zanîn ku li girtîgeha jinan a Bakirkoyê binpêkirinên mafan didomin û got: “Girtiyên jin dema diçin nexweşxaneyan cenderme bi kameraya berestû li odeya dermankirinê dipên û dema dermankirinên jînekolojiyê de, cenderme kamerayan vedikin. Her wiha di van hewayên germ de ava girtiyan ya tê birîn yan jî qirêj diherike.”
 
Li girtîgeha Jinan a Bakirkoyê binpêkirinên mafan yên li ser girtiyên jin her diçe zêde dibe. Bi şewitandina înfazan sînor namînin û tundya fîzîkî û psîkolojîk tê kirin. Di serî de jî mafê herî sereke yê girtiyan tê astengkirin. Girtiyên bi navê Delal Tekdemîr, Turkan Karadaşli û Mekiye Sonuk yên li girtîgeha Bakirkoyê dimînin rojên borî de înfazên wan bi hincetên kêfî hatin dirêjkirin.
 
Parlamengera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partiyê) ya Şirnexê Newroz Uysal taloqkirina tahliyeya girtiyan bi rojeva meclîsê û pêşnûme da wezareta dadê. Endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Gazel Kulug der barê binpêkirinên mafan yên li girtîgeha Bakirkoyê de ji ajansa me re axivî.
 
Tahliye tên astengkirin
 
Gazel Kulug daxuyakirin ku li girtîgehên Tiriyeyê binpêkirinên mafan kronîk bûne û got divê ev binpêkirin bi rayagiştî re bên parvekirin. Gazel Kulug wiha dirêjî dayê: “Di pêvajoyek wisa de divê binpêkirinên mafan yên girtîgehan bên çareserkirin. Li girtîgehan yek ji binpêkirinên esas astengkirina tahliyekirinan e. Delal Tekdemîr, Turkan Karadaşli û Mekiye Sonuk tahliyeya wan hat taloqkirin. Bi awayekî kêfî tahliyeya wan hat astengirin. Delal Tekdemîr 68 saliye. Girtiya nexweşe. Ji her du çongan emeliyat bûye û protez e. Geleke pirsgirêkên wê yên tenduristiyê hene. Bi hineta tevli qursên nivîsandin û sporê nebûye înfaza wê hatiye dirêjkirin. Delal Tekdemîr mezuna lîsansê ye. Kesek wisa çawa tevli qursên xwendin û nivîsandinê dibe. Her wiha Delal Tekdemîr ji ber nexweşiyên çongan nikare tevli sporê bibe. Emelyatên cidî derbas kiriye."
 
Pêkanînên kêfî yên îdareyê
 
Gazel Kulug di berdewamiyê de balkişand ser biryarên lijneya îdarî û şopandinê û wiha vegot: “Turkan Karadaşli jî beriya derxin lijneyê biryara dirêjkirina înfazê dane. Bi hincetên vala biryara der barê wê de hatiye dayîn. Biryara dane û hincet jî piştre ava kirine. Girtiya din Mekiye Sonuk jî bi heman awayî înfaza wê hatiye taloqkirin. Tevî biryar û sererastkirinan li girtîheha Bakirkoyê bi cezayên dîsîplînê înfaz tê taloqkirin. Van cezayan jî dereng pêşkêşî erêkirina dadger dikin."
 
‘Cenderme bi kamerayan li odeyên dermankirinê dipên’
 
Gazel Kulug di dawiya axaftina xwe de ev nirxandin kir: “Binpêkirinên li Bakirkoyê tenê bi astengkirina tahliyeyan ne pêkan e. Girtî nikarin xwe bigihînin mafê tenduristiyê. Di hevdîtinên me bi muvekîlên xwe re kirine de, em fêrbûn ku bi kelepçeyan sewqê nexweşxaneyan tênkirin û dema dermankirinê de jî ev didome. Her wiha  dema dermankirinê de cenderme ji odeyê dernakaevin û dema dermankirina jînekolojîk de bi kameraya berestû dipên. Her çiqas girtî bertek nîşanê vê bidin jî cenderme ji odeyê dernakevin. Pirsgirêka din jî av e. Vê hewaya germ de ya avê tê birîn yan jî qirêj tê. Me der barê van pirsgirêkan de serlêdan kirin. Ev li dijî mafê mirovane. Li dijî qedexeya îşkenceyêye. Li dijî veşartina jiyana taybete.”