
Seroka baskê jinan a CHP’ê: Jin ji aliyê kesên nêzî xwe ve tên qetilkirin
- 09:02 6 Tebax 2025
- Rojane
AMED - Seroka Baskê Jinan a CHP’ê Guler Koçyîgît, da zanîn ku jin roj bi roj ji aliyê pergala serdest a mêr ve tune dibin û got çareserî rêxistibûna jinan û guhertina pergalê pêkan e.
Tundiya li ser jinan her diçe zêde dibe û bi polîtîkayên bêcezahiştinê gumanbar cesaretê digirin û sûc didomînin. Nêzîkatiya pergalê ya li hember vê mijarê jî bi vekişîna ji Peymana Stenbolê bû.
Seroka Baskê Jinan a CHP Guler Koçyîgît der barê mijarê de axivî.
‘Qetilkirin sîstematîkin’
Guler Koçyîgît destnîşan kir ku qetilkirinên jinan sîstematîkin û got: “Îro li Amedê jinek din hat qetilkirin. Em pir xemgînin. Bi salan e li vî welatî jin tên qetilkirin. Nîvê salê de 130-134 jin hatin qetilkirin. Divê dewlet tedbîrên cidî bigire. Qetilkirinên jinan zêde bûn. Qetilkirina jinan normal tê dîtin. Ev xetereyek mezin e. Divê tu kes li dijî van qetilkirinan bêdeng nemîne.”
‘Jin ji aliyê kesên herî nêzî xwe ve tên qetilkirin’
Guler Koçyîgît balkişand ser polîtîkayên bêcezahiştinê û daxuyakirin ku encama vê de pirsgirêk hîn bêtir zêde dibin û wiha domand: “Di vê mijarê de peywir dikeve ser milê dewletê. Polîtîka bê cezahiştinê hêzê dide gumanbaran. Jin ji aliyê kesên herî nêzî xwe ve tên qetilkirin. Hevjîn, hezkirî û malbat. Jin ji aliyê kesên ku pê bawer dikin ve tên qetilkirin. Em bi israr dibêjin ku divê tedbîr bên girtin. Em wek CHP hestiyarin û dixwazin hikûmet demildest pêşî li vê bigire tedbîran bigirin. Hikûmetê bi vekişîna Peymana Stnebolê re piştgiriya xwe ya ji bo jinan jî vekişand.”